FEDA: Divê em hesabê Qirkirina Dersimê bipirsin

FEDA'yê di salvegera Qirkirina Dersimê de daxuyaniyek da û diyar kir ku divê ew hîn bi zanebûn, bi têkoşîneke hîn rêxistinî pêvajoyê pêşwazî bikin."

Federasyona Elewiya a Demokratîk (FEDA) bi wesîleya salvegera Qirkirina Dersimê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de işaret bi dîroka mêtingerî û qirkeriyê ya dewleta Tirk hate kirin û hate gotin, "Qirkirina Dersimê 4'ê Gulana 1937'an bi biryara Desteya Wezîran kete meriyetê. Qirkirina Dersimê li gel qirkirina Kurdan hewldana ji bo tunekirina nirxên çandî û civakî, qadên pîroz ên baweriya Kurd-Elewiyan bû."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Kurdên Elewî bi dorpêçiya îdeolojîk, siyasî, çandî, zimanî û olî di sedsala 21'ê de jî bi qirkirinê re rû bi rû ne û hate gotin, "Me Qirkirina Dersimê ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin... Divê em hîn bi zanebûn û têkoşîneke hîn rêxistinbûyî pêvajoyê pêşwazî bikin. Li gel karên ji bo lêborînxwestina dewletê û hesabdayîna wê, ji bo li qada navneteweyî qirkirin bê qebûlkirin divê kar bê kirin û hesabê qirkirinê bê dayin."