FAZ rexneyên tund li Bagiş kir

FAZ rexneyên tund li Bagiş kir

Yek ji rojnameyên herî zêde li Elmanyayê tên xwendin "Frankfurter Allgemeine Zeitûng" (FAZ), piştî gotinên tewambar ên Wezîrê Yekitiya Ewrûpayê yê Tirkiyê Egemen Bagiş der heqê Serokwezîr Merkel de ji ber krîza YE-Tirkiyê anî ziman, cih da analîzeke xwedî rexneyên tund. Rojnameyê di civînê de ji bo Bagiş gotina "Kûçikê bi toqa Erdogan" bikar anî.

Krîza Enqere-Berlînê, ya bi rexneyên Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel a der heqê dijwariya polêsên Tirk de destpê kir, kûrtir dibe. Bi rûdana bûyerên Parqa Gezî re, hukûmeta AKP'ê zimanê xwe yê der heqê Elmanyayê de guhertibû.

Wezîrê Yekitiya Ewrûpayê yê Tirkiyê Egemen Bagiş, bi gotinên xwe yên hefteya borî Merkel hedeg girtibû, bûbû sedem ku tengezariya navbera herdu welatan mezintir bibe. Bagiş ji bo lîderên Ewrûpayê gotina, "Berdêla pê lîstina Tirkiyê, wê giran be" bikar anîbû û gotibû, "Bila herkes bîne bîra xwe; yên ku berê bi Tirkiyê re lîst (Serokkomarê berê yê FransaYê Nicolas Sarkozy) niha masiyan zevt dikin. Hûn dizanin, di meha Îlonê de li Elmanyaye hilbijartin hene. Eger Merkel jî ji bo hilbijartinên xwe li navgînekê digere, divê ev yek ne Tirkiye be. Pêwistiya Tirkiyê na, pêwistiya Yekitiya Ewrûpayê bi Tirkiyê heye."

Li ser van gotinên Bagis, herdu welatan bi rêya sefîrên bilind hevdu hişyar kirin û rojnameya nêzî aliyê mûxafazakar a Elmanyayê "Frankfûrta Allgemeine Zeitung (FAZ)" bi sernavê "Kûçikê bi toqa Erdogan" der heqê mijarê de cih da analîzekê. Rojnameyê bal kişand ser gotinên hefteya derbasbûyî û şîroveya "Makseya Egemen Bagiş niha ket. Ti rayedarekî hukûmetê, di dema krîzê de asta rexneyan bilind nake" kir.

Di şîroveya bi mora Michael Martens de hat bibîrxistin ku Bagiş 15 salan li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) jiyaye û hat gotin: "Gava li DYE dima, bi tenê Îngiliza xwe pêş nexist, di heman demê de ji Emerikiya hunera axaftinê hîn bûye. Bagiş di gelek axaftin û hevpeyvînan de bi vê gotinê destpê dike; 'Siyasetmedarên Ewrûpî dibêjin serê pêvajoya danûstandinên me yên bi Yekitiya Ewrûpayê re, vekiriye. Em nikarin vê qebûl bikin. Bila neyê ji bîrkirin, îro zewacên Katolîk jî xwedî pêşerojek ne diyar e."

Rojname diyar dike, ku tevî heneko û xwînsariya Bagiş, di heman demê de netewperest û bi hêrs e û got, "Serokwezîrê Tirk Erdogan, di çarçoveya berjewendiyên Enqerê de pêwistiyê bi kompleksa mezinahiyê ya Bagiş dibîne."

Hêvî hebû ku pêvajoya endametiya Tirkiyê ya Yekitiya Ewrûpayê, ku di salên dawî de xetimîbû, bi sala 2013'an de jinûve vebûya û bimeşiya. Lê belê, berxwedana Parqa Gezî û destwerdana tund a polêsên Tirk ev pêvajo di cih de rawestand. Hefteya derbasbûyî Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel asta rexneyên xwe yên li ser dijwariya polêsên Tirk a li Parqa Gezî zêde kiribû û gotibû "Helwesta hukûmeta Tirk min dixe nava tirs û gumanan.