Faşîstan êrîşî avahiya Rêxistina HDP’ê ya li Bajarê Kocaeliyê kirin
Faşîstên ku piştî hewldana darbeyê daketin kolanan êrîşî avahiya Rêxistina HDP’ê ya bajarê Kocaeliyê kirin.
Faşîstên ku piştî hewldana darbeyê daketin kolanan êrîşî avahiya Rêxistina HDP’ê ya bajarê Kocaeliyê kirin.
Piştî hewldana darbeyê û li ser banga Serokkomarê Tirk Erdogan ku dibêje “derkevin”, komên faşîstên ku daketin kolanan êrîşî avahiya HDP’ê ya li bajarê Kocaeliyê kirin.
Komên faşîst duh şev ketin avahiya rêxistina HDP’ê ya ku di qata sêyemîn de bû, kamerayên ewlekariyê şikandin, li ser tabeleya partiyê jî ala Tirkan daliqandin.
Komên faşîst ên ketin avahiya HDP’ê li ser dîwarên avahiyê nivîsên nijadperest û dijexlaqî nivîsîn.