Facebookê hesaba tora civakî ya malpera tevn.org girt

Facebookê hesaba tora civakî ya malpera tevn.org girt

Hesaba malpera tevn.org ya tora civakî facebookê ji aliyê rêveberiya Facebookê ve bêy ku hinceteke nîşan bidin girt.

Malpera tevn.org daxuyaniyek nivîskî da û da diyarkirin ku, êrîşên li ser çapemeniya azad ya Kurd û azadiya fikir bê navber berdewam dikin. Hêzên derdor û navnetewî ku bi tu awayî naxwazin gelê Kurd bigeha azadiya xwe û her wiha li hemberî destkeftiyên gelê Kurd ên bidest xistine xwe ranagirin, bi hemû aliyan ve êrîş dikin.

Malperê balkişande ser hevkariya di navbera dewleta Tirk û rêveberiya Facebookê de got; “Weku beriya vê jî di çapemeniyê de têkiliyên hevpar ên di navbera dewleta Tirk û rêveberiya Facebookê ên li ser gelê Kurd derketibû holê, di berdewama van êrîş û bêtehemuliya li hemberî azadiya gelê Kurd û azadiya fikir hesaba me ya tora civakî ya facebookê bêy ku hinceteke nîşan bidin girtin.” Malperê da diyarkirin ku, we dê tucarî li hemberî van êrîş û zextan bêzar nebin û ew dê bi awayek hin çalaktir têkoşîna xwe berdewam bikin û ragihandin ku, wan hesabek din ya tora civakî ya facebookê ya binavê ‘ https://www.facebook.com/pages/TEVN/584095038294415 ’vekirine.