Facebook’ê malpera Rêxistina BDP’ê ya bajarê Stenbolê girt
Facebook’ê malpera Rêxistina BDP’ê ya bajarê Stenbolê girt
Facebook’ê malpera Rêxistina BDP’ê ya bajarê Stenbolê girt
Facebook’ê li rexmê nerazîbûnên zêde jî di sansura xwe ya hedefgirtina kurdan de dewam dike. Piştî hevdîtinên ku AKP’ê kirîn û şûnde bi taybetî jî Facebook’ê ku malpera Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP) girtî, vê carê jî hesabê fermî yê Rêxistina BDP’ê ya Bajarê Stenbolê ya Facebookê girt.
Rêxistina BDP’ê ya Bajarê Stenbolê diyar kir ku ji rêveberiya Facebookê daxuyaniya “Ev malper ji aliyê Facebookê ve ji weşanê hatiye rakirin” hatiye dayîn û wiha got: “Em vê biryarê ku di derbarê weşana partiya me de weke destwerdan dibînîn şermezar dikin.”
Di daxuyaniya BDP’ê ya ku girtina malperan weke êrîşên li ser raman û îfadeyê bi nav kir de wiha hate gotin: “Em vê biryarê weke êrîşa li ser mafê fikir û îfadeyê dipejirînîn. Mafê xwe îfadekirinê mafê bingehîn yê mirovane. Mijar dema xwe îfadekirinekî partiyekî siyasî be, hesasiya kar hîn giringtir dibe. Bi mîlyonan ku alîgirên heyîn û beşekî mezin yê vane Facebookê dişopînin, ev biryara Facebookê ya ku di ravekirina wê de me di êşîne em li dijî wê em raya giştî vedixwînîn tewir danînê.”
Bi teybetî jî li Tirkyê pêvajoya aştiyê û li gel berxwedana Parka Gezî êrîşên sansûrê yên Facebook’ê li ser malperên mûxalîf zêde bûye. Li ser vê yekê ji Ewropa, DYE û Tirkiye bi giştî 270’ê akademîsyenên ku di 101 zankoyan de kar dikin belavokekî ku kiryarên Facebook’ê yên sansûrê şermezar kirin.
Kampanya îmza û daxwazên wan aktivîstên kurd yên ku ev ragihandine rayedarên Facebook’ê yên li Londonê, xwestibûn ku Facebook dawî li karên xwe yên sansûrê bîne.