'Ez bimirim jî ji vir naçim'

Servet Bacanak ê ji taxa Elektrîk a Hatayê got, "Cîranên min ên ku serê sibehê min silav dida wan êdî nînin, yên çûn ji xwe çûn, yên man jî li cihekî binax bûn. Rewşeke gelekî zehmet e, lê ez bimirim jî nikarim ji vir biçim."

Servet Bacanak ê ji taxa Elektrîk a Hatayê dibêje ku bi xwe konek çêkiriye û li bin dimîne.

Bacanak ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku malbata wî piştî ku ji erdhejê rizgar bû çûye gel dayik û bavê xwe, lê belê du jê jî di binê enqazê de mane. Bacanak ragihand ku di çar rojên destpêkê de kes nehat kolanê û got, "Ji binê enqazê min bang kir, kesî bersiv neda. Dayik û bavê min rehma dawî kirin, piştî 8 rojan me karîbûn wan derxînin. Ez li vir mam. Carna cîran tên. Ez naxwazim ji vir biçim, ji ber ku cihekî ku biçim nîne."

Bacanak ragihand ku hevjîn û zarokên wî ji bo li wargehê bi cih bibin beriya sê rojan çûn, lê belê ew ma û got, "Li vir kes nema, ez nobedariyê ji taxê re dikim, heywanan xwedî dikim, dema hatin ji bo xanî xera bikin dibe ku wêneyên dayik û bavê xwe werbigirim, lewma li bendê me."

Bacanak diyar kir ku ji ber nexweşiyê ew cîhazê bi kar tîne, ji polîsên têne kolanê elektrîkê dixwaze û got, "Nikarim razêm. Meheke nikarim cîhazê bi kar bînim. Dibêjim, qet nebe xetekê bikişînin, eger nikaribim bi kar bînim ez ê bimirim. Dibêjin 'biçe bi mudur re biaxive'. Ez mudurê te li ku bibînim? Mudurê te li Enqereyê ye."

Bacanak anî ziman ku tenê dilxwaz carna tên lê dipirsin û got, "Gelekî zehmet e ku mirov bi tenê be, li derveyî taxê jî nikarim îdare bikim, cîranên min ên ku berê serê sibehê min silav dida wan êdî nînin. Yên çûn çûn, yên man jî li cihekî binax bûn. Rewşeke gelekî zehmet e, lê belê bimirim jî ji vir naçim."