Eyaleteke din a Elmanyayê ji bo Efrînê bang kir

Bêdengiya hikumeta Merkel a li pêşberî rewşa Efrînê dewma dike. Piştî eyaletên Hessen, Nîedersachsen û Hambûrgê, Meclîsa Eyaleta Bayernê jî bang kir ku dewleta Tirk tavilê êrîş û dagirkeriya xwe biqedîne.

Di serî de Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel û Wezîrê Karên Derve Sîgmar Gabrîel bêdengiya hikumeta federal a li pêşberî sûcên ku dewleta Tirk li Efrînê dike, didome. Berevajî rêveberiya Berlînê, li meclîsên xwecihî yên Elmanyayê bi hewldana hevpar a gelek partiyan ji bo qedandina sûcê li dijî mirovahiyê li Efrînê tê kirin were qedandin bang tê kirin.

Piştî eyaletên Hessen, Nîedersachsen û Hambûrgê, vê carê meclîsa Bayernê ku rêveberiya wê di destê Yekîtiya Xiristiyanên Demokrat (CDU) û Partiya Keskan de ye, ji bo Efrînê metneke hevpar amade kir.

Parlamenterên eyaletê Katharîna Schûlze, Lûdwîg Hartmann, Chrîstîne Kamm, Thomas Gehrîng, Ûlrîke Gote, Jurgen Mîstol, Gîsela Sengl, Kerstîn Celîna, Ûlrîch Leîner metnek pêşkêşî meclîsê kirin û xwestin, êrîşên dewleta Tirk tavilê bên rawestandin.

Di metna hevpar de hate ragihandin ku meclîsa eyaletê piştî êrîşên dewlet Tirk ji rewşa şer û binpêkirina mafên mirovan li herêmê bi fikar e û ji bo krîz biqede bang hate kirin ku pêvajoya aştiyê dest pê bike.

Hate destnîşankirin ku meclîsa eyaleta Bayernê ji bo qedandina şîdeta li herêmê piştgiriyê dide her şêwe hewldanên aştiyê û hat gotin, divê dewleta Tirk hurmetê nîşanî sînorên Sûriyeyê bide.

Partiyên li meclîsa eyaleta Bayernê, ji bo qedandina şerê dewleta Tirk ji hikumeta federal xwestin ku zextê li Enqereyê bike, gelê sivîl ê li herêmê biparêze û alîkariya însanî ya lezgîn ji wan re bişîne.