Ewlehiya can a girtiyên siyasî tune

Rêvebera TÛAY-DER’ê parêzer Aslihan Bûlût derbarê êşkenceya li ser girtiyan got ku “Girtî diyar dikin ku ewlehiya wan tune.

Dewleta Tirk li girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê êşkenceya xwe zêdetir dike. Bi taybetî li girtîgehên Tîpa D û T’yê yên Amedê û li girtîgeha Jinan a û ya nimreya 2’an Xarpêtê ev êşkence zêdetir hene.

Komeleya TÛAY-DER’ê çend roj berê diyar kiribû ku parêzerên wan çûne van girtîgehan û raporek weşandibû. Rêvebera TÛAY-DER’ê parêzer Aslihan Bûlût ji ANF’ê re qala vê raporê kir.

Parêzer Aslihan Bûlût diyar kir ku li girtîgehê jinan ên li Amed û Xarpêtê cezayê dîsîplînê zêde bûye û bi van cezayan re dixwazin girtî neyên berdan.

Parêzer Bûlût diyar kir ku li girtîgeha jinan Xarpêtê girtiyeke jin ji ber ku tîşortê ‘berstûkê V’ li xwe kiriye, rêveberiya girtîgehê bi hinceta ku ‘li gorî exlaq cilan li xwe nake’ cezayê dîsîplînê lê biriye. Bûlût got ku “Ji ber van cezayên dîsîplînê girtî nayên berdan. Keseke ku divê di meha Îlonê de ji girtîgehê derkeve, wê encax di meha Adarê de derkeve.”

LI GIRTÎGEHA XARPÊTÊ ÊRÎŞA FIZÎKÎ

Bûlût diyar kir ku li Girtîgeha Xarpêtê êşkenceya fizîkî di rojevê de ye û got ku “Ev êşkence ji zû ve hene, em giliyên sûc dikin lê tu encam nayê bidestxistin. Girtî piştî ku tên derbkirin ji bo ku karibin raporê bistînin wan sewqî nexweşxaneyan jî nakin. Ji ber ku raporên derbkirinê tune, biryara neşopandina giliyên sûc didin. Ji xeynî êşkenceya fizîkî êşkenceya psîkolojîk tê kirin.”

LI ODEYAN LI SER KAPASÎTEYÊ GIRTÎ HENE

Parêzer Bûlût derbarê Girtîgeha Mêrdînê jî agahî da û got ku “Li vê girtîgehê li ser kapasîteyê girtî hene. Di nav wan de nexweşên giran jî hene û hin kes li erdê radizên. Girtiyek ji ber ku ketiye greva birçîbûnê ji çavekî xwe bûye lê hê teşhîsa wî jî nehatiye kirin. Ji xeynî vê kêşeya avê jî heye. Her serê girtiyekî rojê 50 lître avê didin. Piştî 50 lîtreyan avê dibirin.”

GIRTÎ: DIBE KU ME BIKUJIN!

Parêzer Bûlût diyar kir ku li girtîgeha nimreya 2’an a Xarpêtê êrîşî 15-20 girtiyan hatiye kirin û got ku “Me dît ku girtiyek nikare biaxive û girtî bi giranî hatine derbkirin. Girtiyê ku nikaribû biaive, rewşa wî gelekî giran bû û tedawiya wî nehate kirin. Piştî mehekê dema em çûn serdana girtiyan, girtiyan diyar kirin ku ewlehiya wan a can tune û gotin ‘Dibe ku li vê derê me bikujin.’ Em van gilîkirinan bi rêya çapemeniyê didin bihîstin lê piştre biryara neşopandinê tê dayin.”

PÎSÎ JI NAV XWARINÊ DERDIKEVE

Parêzer Bûlût qala kêşeyên li girtîgeha Amedê jî kir û got ku “Girtiyan diyar kirin ku di nav xwarinên wan de mû, pîsiya mişkan û cam derdikeve. Ji ber vê cama di nav xwarinê de zimanê girtiyekî hatiye birîn. Me ji bo vî tiştî serlêdan kir lê tu encam bi dest neket. Ji ber van xwarinan, girtiyên ketibûn greva birçîbûnê baş nikarin xwe têr bikin.”