Evîneke emperyal: Warê şîn

Doktrîna Warê Şîn, ku Tirkiyeyê li Rojhilatê Spî daye pey wê, dilê bloka Avrasya ya li nava dewletê û xewnên emperyal ên Erdogan xweş bike jî li dinyayê blokeke dijber ava kir.

Tirkiye di polîtîkaya derve de vê dawiyê giraniyê dide ser Rojhilatê Derya Spî. Ev demeke pirsa 'Gelo wê şer derkeve yan na?' tê kirin. Tirkiye li Rojhilatê Derya Spî bi çi rengî kete vê rewşê. Me bi 7 pirsan bûyer û rewşa li herêmê nirxand.

ÇIMA ROJHILATÊ DERYA SPÎ?

Sedema herî girîng a ku Tirkiye ber bi herêmê ve kişand, rezervên hîdrokarbon in. Rezervên gaza xwezayî ku tê texmînkirin 15-20 trîlyon metrekup li herêmê hatiye dîtin, li gorî daneyên Wezareta Çavkaniyên Enerjî û Xwezayê dikare bi 572 salan bersivê bide pêwîstiya Tirkiyeyê ya bi enerjiyê. Li gorî hema daneyên wezaretê, pêwîstiya Tirkiyeyê ya salane bi gaza xwezayî 45-50 milyar metrekup e. Tirkiye nêzî temamiya vê rêjeyê ji derve dikire. Ji vê yekê 36.9 ji sedî ji Rûsyayê, 15.7 ji sedî ji Azerbaycanê, 13.5 ji sedî ji Cezayîrê, 11.7 ji sedî ji Îranê, 7 ji sedî ji Nîjeryayê, 5.8 ji sedî ji Qatarê, 3.2 ji sedî ji DYE'yê û 3.1 ji sedî ji Trînîdad Tobagoyê werdigire. Di rewşeke wiha de ku Tirkiye ji aliyê pêwîstiya bi gaza xwezayî ve bi derve ve girêdayî ye, Rojhilatê Derya Spî ji bo Tirkiyeyê girîng dike. Lê belê pispor dibêjin, ku li herêma navborî zehmet e ku hîdrokarbonê derxîne.

PÊNGAVA LI ROJHILATÊ DERYA SPÎ ÇAWA DEST PÊ KIR?

Yek ji faktorên herî girîng ku Tirkiyeyê li Rojhilatê Derya Spî pê re rabû, sînorên qada derya ye. Di çarçoveya sînorên deryayê yên li Rojhilatê Derya Spî de Misr, Îsraîl, Lubnan û Qibrisê di salên 2003, 2007 û 2010'an de 3 peymanên Herêma Aboriyê îmze kirin. Tirkiyeyê ragihandin ku ew van peymanan qebûl nake û sala 2011'an bi Bakurê Qibrisê re peymanek çêkir. Vê gavê encameke mezin bi xwe re neanî. Tirkiyeyê di salên destpêkê yên şerê Sûriyeyê de berê xwe da wî alî. Tirkiyeyê piştre berê xwe da Lîbyayê. Bi lîderê Hikumeta Mutabaqata Neteweyî û alîgirê Îxwan Fayez Al Serrac re li Lîbyyaê peyman çêkir û di çarçoveya vê peymanê de Tirkiyeyê wê berê xwe bida vê armancê. Lê belê encama ku jê afirî ne li gorî dilê Tirkiyeyê bû. Piştî gavên General Hefter di navbera aliyan de agirbest hate ragihandin. Tirkiyeyê li wir tişta dixwest bi dest nexist. Di heman demê de çeteyên cîhadîst ên dewleta Tirk ku di ser Sûriyeyê re derbasî Lîbyayê hatin kirin, di nava raya giştî ya cîhanê de hîn bêhtir hatin nîqaşkirin.

MUTABAQATA LÎBYAYÊ ÇI BÛ?

Yek ji bûyerên girîng ku berê Tirkiyeyê da Lîbyayê, avakirina Forûma Gazê ya Rojhilatê Derya Spî bû, danîna têkiliyên siyasî û leşkerî di navbera Misr û Yewnanistanê û piştgiriya DYE'yê ya ji vê yekê re bû. Tirkiyeyê li ser vê yekê qerta Lîbyayê danî holê û bi mutabaqata ku çêkir sînorekî ji 18.6 mîlî bi Lîbyayê re destnîşan kir, ku ev yek qadeke ji 30 kîlometreyî ye. Vê peymanê girava Gîrîtê ya Yewnanistanê ji nedîtî ve dihat. Destpêkê Yewnanistan li ber vê peymanê rabû. Hate ragihandin ku hem Gîrît ji nedîtî ve hatiye hem jî qada deryayî ya Yewnanistanê hatiye binpêkirin. DYE, Rûsya û Yekîtiya Ewropayê daxuyanî dan û diyar kirin ku Tirkiyeyê bi vê peymanê 'binpêkirin' kiriye û banga helwesteke bi berpirsyarî kirin.

DOKTRÎNA WARÊ ŞÎN ÇI YE?

Erdogan di axaftineke xwe de wiha got, "Çawa ku beriya sed salî me Sevr çirand û avêtin, em ê serî li ber Sevr a ku li Rojhliatê Derya Spî li ser welatê me tê ferzkirin jî serî netewînin." Demeke kurt piştî vê axaftinê, keştiya Orûç Reîs ji bo lêgerîn û lêkolîna li Rojhilatê Derya Spî bi rê ket. Piştre jî gihîşt wê astê ku hindik mabû bi Yewnanistanê re şer bikin. Tirkiyeyê jî di peymana li Lîbyayê û Doktrîna Warê Şîn de israr kir. Ev Doktrîna Warê Şîn çi ye? Li gorî Tumamîral ê teqawîtbûyî yê Fermandariya Hêzên Deryayê Cem Gurdenîz, ev doktrîn polîtîkayên li ser Derya Spî, Ege, Marmara û Derya Reş ên li dora Tirkiyeyê diyar dike. Serokê Navenda Stratejiyên Globla û Deryakariyê ya Zanîngeha Bahçeşehîrê Doç. Dr. Cîhat Yayci, tiştên ku Gurdenîz qalê kir, li ser nexşeyê şênber kir. Doktrîn naveroka qada erkê ya Tirkiyeyê li van deryayane. Hem ji aliyê çavkaniyên avê hem jî çavkaniyên deryayê ve erkê dide Tirkiyeyê, lê belê li qadên deryayî yên navneteweyî nayê.

MÊTINGERÎ YE, MAF E?

Pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê ya li Rojhilatê Derya Spî meseleya erkê ye. Tirkiye ku li pirsgirêka erkê aliqî ye, peymanên li derveyî xwe hemûyan tune dibîne û di çarçoveya Doktrîna Warê Şîn de rêyek daniye ber xwe. Yewnanistan vê yekê weke belavkarî, mêtingeriyê pênase dike. Tirkiye jî weke 'maf' îdîa dike.

ÇIMA BI FRANSAYÊ RE LI HEV NAKE?

Li qada Rojhilatê Derya Spî ku Tirkiye demeke dirêj e îzole bûye, tenê hatiye hiştin, îro herî zêde bi Fransayê re nakoke. Bi Yewnanistanê re di nava metirsiya şer de be jî, ji bo Tirkiyeyê meseleya herî mezin Fransa ye ku di nava NATO'yê de duyemîn hêza herî xurt a leşkerî ye. Piştî van gavên Tirkiyeyê, Fransayê gotina 'Li gorî pîvana hiqûqa navneteweyî ye yan na' xiste rojevê. Bang li Tirkiyeyê kir ku dawî li karên xwe yên lêgerîna li herêmê bîne. Fransayê ne tenê bang kir, her wiha fikateyneke Fransayê ya bi navê 'Lafayette' û du balafirên şer ên Rafale şand Rojhilatê Derya Spî. Lê belê nakokiya bi Fransayê re ne tenê li ser Rojhilatê Derya Spî ye. Li Sûriye û Lîbyayê jî Tirkiye û Fransa li aliyên ji hev cuda ne. Fransa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriyê nade polîtîkayên Tirkiyeyê yên li dijî Kurdan, li Lîbyayê jî demeke xwe nêzî General Hefter kir. Fransayê hêza xwe ya leşkerî ya li Rojhilatê Derya Spî zêde kir. Ji ber vê yekê Macron bû hedefa rexneyan jî ev yek weke 'xeta sor' pênase kir û destnîşan kir ku wê li ber Tirkiyeyê rabe.

WÊ JI NIHA Û PÊ VE ÇI BIBE?

Tirkiye ji bo polîtîkaya xwe ya navxweyî bi rê ve bibe, kete pozîsyona 'şer', lê belê piştî civîna li Korsîkayê keştiya Orûç Reîs vekişand bendergehê. Erdogan di nava axaftina xwe de gotina 'diyalogê' dubare kir, lê di heman demê de diyar kir ku keştiya Orûç Reîs wê ji nû ve ji bendergehê derkeve. Macron jî bi Tirkî tweetek weşand û gotina xwe anî ser wê yekê ku peyam gihîştiye Tiriyeyê di vê 'raûndê' de nîvî bi nîvî bi ser ketine. Heta civîna bilind a lîderên Yekîtiya Ewropayê ku ji 23-24'ê Îlonê taloqî 1'ê Cotmehê bû, tê texmînkirin ku alî li bendê bimînin. Nayê zanîn ku Tirkiye piştî vê civîna bilind çi bike, lê eşkere ye ku NATO, Yekîtiya Ewropa hewl bidin aloziya li xeta Parîs-Enqere-Atînayê kêm bikin.