Eûtelsat li Parlamenta Ewropayê hate şermezarkirin

Li ser biryara şîrketa peykê ya Fransayê Eûtelsatê, ku dixwaze weşana sê qenalên televîzyonê yên Kurd bigire, li Parlamenta Ewropayê civîneke çapemeniyê hate lidarxistin.

Parlamentera Fransayê Marîe-Chrîstîne Vergîat ji civîna çapemeniyê re malovanî kir û ji Stêrk TV Gulîstan Îke, ji News Channelê Ferda Çetîn û Fusûn Erdogan tevlî bûn.

Nûnerên her du qenalên televîzyonê û parlamentera Ewropî Vergîat nerazîbûn nîşanî hevkariya Eûtelsatê ya bi Tirkiyeyê re dan.

VERGÎAT: DI NAVBERA EÛTELSAT Û TIRKIYEYÊ DE BERJEWENDIYÊN ABORIYÊ HENE

Marîe-Chrîstîne Vergîat diyar kir, ji ber ku ew bi xwe jî Fransayî ye, ev biryara Eûtelsatê wê jî eleqedar dike û bibîr xist, par jî Eûtelsatê bi heman rengî nêzî Newroz TV û Med Nûçeyê bû. Vergîat destnîşan kir, ku Eûtelsat di vê dozê de mehkûm bûbû. 

Vergîat diyar kir, Eûtelsat ji valahiyeke hiqûqî ya li Ewropayê sûdê werdigire û got, "Berjewendiyên gelekî mezin ên Eûtelsatê li Tirkiyeyê hene. Berjewendiyên wê yên aborî derdikeve pêşiya nirxên bingehîn û gerdûnî."

Vergîat işaret bi zextên li Tirkiyeyê kir û anî ziman, çapemenî ti carî li Tirkiyeyê azad nebû, lê piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê rewş xerabtir bûye.

ÎKE: HEWL DIDIN DENGÊ GELÊ KURD BIBIRIN

Koordînatora bernameyan a Stêrk TV Gulîstan Îke jî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser zext û zordariya li Tirkiyeyê li çapameniyê tê kirin.

Îke diyar kir, Eûtelsat careke din li ser daxwaza dewleta Tirk dixwaze weşana sê qenalên televîzyonê yên Kurd bigire û li ser weşana Stêrk TV agahî da.

Îke bal bir ser biryara Eûtelsatê ya 14'ê Nîsanê û got, "Em vê hewldanê weke hewldana birîna dengê gelê Kurd dibînin."

ÇETÎN: DIVÊ KONSEY Û PARLAMENTA EWROPAYÊ ZEXTÊ BIKIN

Koordînatorê Giştî yê News Channelê rojnamevan Ferda Çetîn jî li ser lîsansên her sê qenalên televîzyonê agahî da. Çetîn destnîşan kir, ku Îtalya, Swêd û Norwêc, ku lîsansên qenalên televîzyonê li van welatan e, ti gilî û gazinan nakin û got, "Lê belê Eûtelsat xwe dispêre biryara RTUK'ê û dixwaze vê weşanê bibire."

Çetîn bibîr xist, ev biryar biryareke dadgehê nîne û got, "Bi dîtina me, pêwendiya vê biryarê bi lez û beziya rêveberiya Erdogan, bi pêkanînên wan ên li Tirkiyeyê heye."

Ferda Çetîn anî ziman, Eûtelsatê pîvanên azadiya çapemeniyê yên Ewropayê daniye aliyekî û rexne lê kir, ku Eûtelsatê xwe li aliyê RTUK'ê daniye.

Çetîn got, "Têkiliyeke gelekî mezin û kûr a bazirganiyê ya Eûtelsatê bi Tirkiyeyê re heye" û wiha dewam kir: "Em ji Konseya Ewropayê, Parlamenta Ewropayê û saziyên çapemeniyê yên li Fransayê dixwazin ku zextê li Eûtelsatê bikin û ji bo televîzyonên Kurd weşana xwe bidomînin, bikevin nava hewldanan."

ERDOGAN: SOSRET Û CIHÊ ŞERMÊ YE

Ji televîzyona News Channelê Fusûn Erdogan bal kişand ser zextên li Tirkiyeyê li medyayê tên kirin û got, "Erdogan û AKP'ê, çapemeniya li Tirkiyeyê di payîza sala 2016'an de qedand. Mifte li deriyê hemûyan xist û dest danî ser malên wan."

Erdogan diyar kir, RTUK destê xwe dirêjî derveyî sînor dike û sekinandina weşana Newroz TV û Med Nûçeyê bibîr xist. Erdogan destnîşan kir, ku ev yek ji bo Fransa ya ku edalet û azadiya çapemeniyê diparêze, rewşeke sosret û cihê şermê ye.

Fusûn Erdogan bang li kedkarên çapemeniyê û Parlamenta Ewropayê kir û got, "Bi ya me, divê sazî û mirovên alîgirê azadiya çapemeniyê, azadiay îfadeyê û azadiya mafên mirovan, guh bidin dengê me û li cem me cih bigirin."