Esqûîvel ji bo Ocalan got: Li benda roja hev naskirinê me
Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê, aktivîstê mafê mirovan, nivîskar û şêwekar Adolfo Perez Esqûîvel ji bo Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nameyek şand.
Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê, aktivîstê mafê mirovan, nivîskar û şêwekar Adolfo Perez Esqûîvel ji bo Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nameyek şand.
Şêwekarê Arjantanî, aktivîstê mafê mirovan û Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Adolfo Perez Esqûîvel ji bo 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nameyek şand got: “Tişta ku we derxistiye holê, heskirin û ewlehiya ji bo te û serokatiya te, dîsa ji bo daxwaz û parastina mafên te hêza gel a ji bo te bûye seferber rastiya xwebûnê ye.”
Di nameyê de bal tê kişandina ser van xisûsan:
“Ji berî her tiştî silav û rêzdariyên xwe pêşkêş dikim. Her mirov temenê wî nagihêje 70’yî. Hê derfet pêk nehatine ku hev nas bikin, lê dixwazim vê kêliyê bi te re parve bikin.
Li benda kêliya ku li vê cîhana ku her diçe diheje û pêwîstî bi guhertinê heye ku jiyana te, kêfxweşiya te û hêviyên te pîroz bikim e.
Li benda wê kêliyê me ku ji bo em bi gelê xwe re ji ramanên te yên Nexşerêya Aştiyê ya ku em ji ceribandin, serketin û fêrbûnên te bigirin û parve bikin e.
Tevî her tiştî dixwazim di demek zû de hev binasin. Di wê hêviyê de me ku gelê Kurd wê hewldana te û lîderên mîna te ya ji bo jinan, mêran û hemû mafên çalakvanan û dîsa mafê xwe bi xwe siberoja xwe avakirin û rûmeta gelan pişt çav nake.
Tişta ku we derxistiye holê, heskirin û ewlehiya ji bo te û serokatiya te, dîsa ji bo daxwaz û parastina mafên te hêza gel a ji bo te bûye seferber rastiya xwebûnê ye.
Bi vî ruhî û ji bo vê roja taybet carekî din daxwaz ji Serokkomarê Tirk û rêveberên din dikim ku niha dawî li tecrîdê bînin. Tu girtî û tu mirov pêwîstî bi nêzîkatiyeke wiha nîne.
Îro heman demê roja 4’ê Nîsana 1977’an salvegera girtina min a ji aliyê dîktatoriya Arjantînê ve ye. Bi awayê kêfî girtin, êşkencekirin û nêzîkatiyên xirab li ser kirin, di mercên ne rewa û bêparstin terka mirinê kirinê baş dizanim.
Lê, jiyana bi encama piştevaniya bihêz a hatî nîşandan jî dizanim. Di serî de Leyla Guven û gelek kes, jin, mêr bi saya kesên mîna te xwe li jiyanê digirin, cîhan niha li bendê ye ku hikûmeta Tirkiye bersivek bide û di mijara pêwîstî bi guhertinekê heye baldar e.
Her roja diçe dengên nû ji bo bidawîkirina tecrîda li ser te bi dawî bibe bilind dibe. Peyama piştevaniyê lezgîn û hesan e; ‘Hikûmeta Tirkiye, li gorî peymanên mirovî yên Ewropa û navneteweyî tevger bike. Ne zêde ne jî kêm.’
Bi hêviya ku ez van daxwazan bê ku dem biçe bi cih bînim, di heman demê de li ser rêya bi rûmet û aştiyê ya li gel gelên cîhanê û gelê xwe, li ser rêya azadiyê bimeşim.
Heta hevdîtinê silavên xwe yên biratiyê û hêviyên xwe yên aştiyê ji bo te dişînim.
Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Adolfo Perez Esqûîvel
4’ê Nîsana2019 Buenos Aires, Argentina”