ESP: Tezkere plana dagirkirina Rojava ye
ESP: Tezkere plana dagirkirina Rojava ye
ESP: Tezkere plana dagirkirina Rojava ye
Navenda Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) nerazîbûn nîşanî tezkereya şer a ku hikûmetê şandiye Meclîsê da.
ESP'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Desthilatdariya AKP'ê ji roja destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê û vir ve, ji bo fetisandina Rojava bi her şêweyî ketiye nava planan. Lê belê afirînerên şoreşa Rojava bi canê xwe parastina xwe dewam kirin. Di qonaxa heyî de desthilatdariya AKP dixwaze desteka xwe ya ji bo çeteyên DAIŞ'ê zexm bike û xeyala xwe ya herêma tampon bicih bîne, tezkereyên li hemberî Iraq û Sûriyeyê tîne rojevê. Tezkereya di 2'ê Cotmehê de wê li Meclîsê bê nirxandin, bi awayekî vekirî îlana şer e li hemberî gelê Kurd û gelên bindest ên herêmê."
ESP'ê hişyarî da ku ev tezkere di heman demê de wê were wateya bidawîbûna pêvajoya aştiyê û got, "Weke gelên Tirkiyeyê, em ê rê nedin vê tezkereya ku dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê diparêze, em ê rê nedin daxwaza wan a fetisandina şoreşa gel a li Rojava."