ESP’ê bang kir ku li dijî dagirkeriyê rabin ser piyan

Partiya Sosyalîst a Bindestan a (ESP) bang kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê rabin ser piyan.

ESP-Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û di daxuyaniya xwe de got: ‘’ Rejîma faşîst a dagirker bi hefteyan e êrîşên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê bi taybet jî yên li ser Amêdiye û Sergelêyê didomîne. Gundên li herêmê bombebaran dike û gundan vala dike.’’ 

ESP-Kurdistanê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewleta Tirk ev sê sal in ji çekên nukleerî yên taktîk bigire heya çekên kîmyewî yên di hiqûqa navneteweyî de bikaranîna wan weke şûc tên qebûlkirin, bi kar tîne û ragihand ku tevî wan kiryarên dewleta Tirk jî ‘’têkoşîna fedaiyane’’ ya gerîlayan têk neçûye. 

ESP’ê di daxuyaniya xwe de bal kişnad ser hevkariya PDK’ê ya li gel dewleta Tirk û got: ‘’Bêguman di vê êrîşa dagirkeriyê de hevkariya PDK’ê ya li gel dagirkeran xwedî roleke sereke ye. Girêdayî vê hevkariyê îro li ser xaka Başûrê Kurdistanê dagirkerî gihaye 40 kîlometreyan û li Duhok û Hewlêrê hejmara  baregehên leşkerî yên aîdî artêşa dagirker gihaye 80’yî. Di gel ku artêşa Tirk a dagirker asta dagirkeriya xwe zêdetir dike, PDK jî asta îxanet û hevkariya xwe zêdetir dike.’’

ESP’ê diyar kir ku ev êrîşên dagirkeriyê li pêşiya çavên cîhanê pêk tên û ev yek anî ziman: ‘’ Yekem armanca dewleta Tirk a dagirker a di vê dagirkeriyê de îmhakirina rêbertiya PKK’ê ye. Ya duyem jî pêkanîna xeyalên Misak-i Mîlliyê ye.’’

ESP’ê di dawiya daxuyaniya xwe de banga têkoşîna li hemberî dagirkeriyê kir û got:’’ Şerê qirêj xizaniya gelên me yên kedkar zêdetir dike. Ji ber vê yekê divê gelên me û hemû pêkhateyên çepgir ên kedkar di nava refên mirovahî, têkoşîn, rûmet û azadiyê de cihê xwe bigirin.’’