ESP: Darbeya qeyûm li dijî her kesî ye; em li ber xwe bidin

ESP'ê desteserkirina şaredariyan şermezar kir û li dijî dîktatoriya Qesrê banga berxwedanê kir.

Partiya Sosyalîst a Bindest (ESP) li dijî desteserkirina şaredariyan daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Desthilatdariya AKP-MHP'ê îradeya gel desteser dike. Bi hinceta lêpirsînan şaredarên navçeyên Yenîşehîr û Hazro yên Amedê, navçeya Hezexê ya Şirnexê û bajarokê Perî yê Derrsimê ji wezîfeyê dûr xist û li şûna wan qeyûm tayîn kir."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku hejmara şaredariyên HDP'î yên hatin desteserkirin gihîşt 20 şaredariyan û hate gotin, bi pêşnûmeya ji bo guhertina rêveberiyên xwecihî hewl tê dayin ku şaredarî hemû yekser bi Qesrê ve bên girêdan û bi rengê qeyûm bên birêvebirin.

ESP'ê destnîşan kir ku darbeya qeyûm ne tenê pirsgirêka Kurdan û HDP'ê ye, pirsgirêka gelê Tirk û kedkaran hemûyane û diyar kir, "Em bang li raya giştî dikin ku li dijî faşîzma Qesrê têbikoşin, bibin dengê şaredarên hilbijartî yên li ber şaredariyan li ber xwe didin."