BI DÎMEN

Esnafên li Wanê jî wê bêjin 'NA'

Esnafên ku her roj li taxa Wanê bazarê ava dikin, dan xuyakirin ku wê di referandûmê de bêjin 'NA'.

Esnafên ku her hefte li taxeke cuda ya navçeyên navendî yên Wanê bazarê ava dikin, dan xuyakirin ku wê di referandûma 16'ê Nîsanê de dengê 'NA' bidin.

Abdullah Atabey ku 5 sal in esnaf e, bal kişand ser zor û zehmetiyên esnafan û got, "Feqîrên mîna me talan dikin. Em ê ji bêedaletiya desthilatdariyê re bêjin 'NA'. Ji bo xwîna tê rijandin bisekine û pirsgirêka bêkariyê çareser bibe em ê bêjin 'NA'. Çawa ku me textê wî di 7'ê Hezîranê de leqand, em ê vê carê jî bileqînin."

'JI BER PIRSGIRÊKÊN DEMOKRASÎ Û BÊKARIYÊ...'

Daîm Şen ku 15 sal in li bazara taxê dixebite got, ew ê ji bo çareserkirina pirsgirêkên demokrasî, aştî û bêkariyê dengê 'NA' bide. Şen got, "Ji bo siberoja gelê me û zarokên me, em ê dengê 'NA' bidin."

Sînan Çelîk ê ku bi nasnameya xwe ya Îslamî tê naskirin got, "Bi dayîna dengê 'erê' ne bawerim pirsgirêkek li Tirkiyeyê çareser bibe. Eger dengê 'erê' bi ser bikeve wê pirsgirêk girantir bibin. Xwedê ya bi xêr bike." Çelîk got, ew ê dengê 'NA' bide.

Perîhan Gulmez jî da xuyakirin, ku bi girtina Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag re vîna gelê Wanê hatiye desteserkirin û weke bersiv ew ê dengê 'NA' bidin.

Ahmet Demîr jî got, ew ê dengê 'NA' bide.