Eşîrên Ereb banga yekîtiyê kirin

Şêxên eşîrên Ereb ên li herêma Cizîrê, li dijî dewleta Tirk banga yekîtiyê li gel û eşîrên herêmê kirin.

Nerazîbûna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li dijî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk zêde dibe.

Der barê mijarê de şêxên Ereb li herêma Cizîrê ji ANHA'yê re axivîn.

Şêx Tirkî Hemze El-Mendîl berdevkê fermî yê eşîra El-Cebûr û Komîteya Rûspiyên Til Birak, wiha got: "Em wek rûspiyên herêmê li Til Birak, Til Hemîs û Holê gefên Tirkiyê yên li ser sînorê Sûriyê şermezar dikin."

Şêx Tirkî Hemze El-Mendîl îşaret bi girîngiya zelalkirina helwestên civaka navneteweyî li hember gefên Tirkiyê ji ewlehiya wan re kir û wiha got: "Tirkiye û hevkarên wê hewl didin Sûriyê parçe bikin, em vê yekê qebûl nakin û dagirkeriya Tirkiyê û gefên wê yên dubare qebûl nakin."

El-Mendîl wiha dewam kir: "Em wek rûspiyên herêmê qebûl nakin tu dewletek bikeve axa me û gefan li ewlehiya me bixwe, em ê di refan de yek bin û bersiveke baş bidin, ji ber ku welat welatê me ye."

Ehmed El-Şetî yek ji rûspiyên eşîra Şemer jî wiha got: "Em wek gel, cih û serdestiya me heye. Çima Tirkiye destdirêjiyê li axa me dike? Çima civaka navneteweyî bê deng e?"

El-Şetî bang li hemû rûspiyên eşîrên herêmê kir da ku li dijî gefan bibin yek.