Esed ji alîgirên xwe yên li nava opozîsyonê re axivî!
Esed ji alîgirên xwe yên li nava opozîsyonê re axivî!
Esed ji alîgirên xwe yên li nava opozîsyonê re axivî!
Serokê Komara Sûriyê Beşar El-Esed di civînekê de bi parêzerên Urdinî re diyar kir ku alîgirên wî di nava opozîsiyonê de hene û wiha got: "Ti xeman nexwin rewşa hûn têde ez serwext im. Di nava opozîsiyona derve û hundir de alîgir û çekdarên me hene."
Serokê Komara Sûriyê Beşar El-Esed di civînekê de bi parêzer û çalakvanên Urdinî re li paytexta Sûriyê Şamê re hate cem hev û diyar kir ku alîgirên wî di nava opozîsiyona derve û hundir de hene û alîgirên xwe dil aram kirin. Esed wiha anî ziman: "Ti xeman nexwin rewşa hûn tê de ez serwext im. Di nava opozîsiyona derve û hundir de alîgir û çekdarên me hene." Her wiha li gorî Esed, ji wan re diyar kir ku ew cudahiyê dixe navbera opozîsiyona welatparêz û kesên kujer ku ji aliyê hêzên derve ve têne birêvebirin.
Esed di axaftina xwe de ya bi parêzerên Urdinî re eşkere dike ku di nava opozîsiyona çekdar a hundir û derve de alîgirên wî hene. Esed da zanîn ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve bi rêya veqetandina hin leşkeran ku cihê xwe di nava opozîsiyona çekdar de bigirin, ev tişt pêk aniye. Her wiha aşkera kir ku di demên pêş de ji bo ew vegerin nava refên artêşê û bi erka xwe rabin dê efû ji bo wan derbixe.
Esed henekê xwe bi Serokê Koalîsyona Sûriyê Ahmed Assî Jarba kir û got: "Ez ti carî Jarba wek altêrnatîf ji Beşar Esed re qebûl nakim. Eger alternatîf Mîşêl Kîlo be, ev tiştekî cuda ye, lê Jarba na." Li gorî çalakvanên beşdarî civînê bûne diyar kirin ku Esed daye zanîn ku Jarba bi Dewleta Îslamî ve girêdayî ye.
Hêjayî gotinê ye ev daxuyaniya Esed di dema daxuyaniya Serokê Desteya Leşkerî ya Artêşa Azad Selîm Idrîs a ku dibêje ew ji bo Qaîdê ji Sûriyê derbixin, ji bo hevkariya bi rêjîmê re amade ye, derket.