Esayîp Ehil Heq bang li Bexdayê kir: Bêbextiyê li Êzîdiyan nekin
Tevgera siyasî û leşkerî ya Şiî ya Iraqî Esayip Ehil El Heq li ser peymana di navbeyna Bexdayê û PDKê de got, ev ê bibe bêbextiya li Êzîdiyan.
Tevgera siyasî û leşkerî ya Şiî ya Iraqî Esayip Ehil El Heq li ser peymana di navbeyna Bexdayê û PDKê de got, ev ê bibe bêbextiya li Êzîdiyan.
Sekreterê Giştî yê Tevgera Esayip Ehil El Heq Qesy El Xezalî li ser hesabê Twîtterê têkilî peymanê ya di navbeyna PDK'ê û Bexdayê de daxuyanî da. Peyman li Şengaliyan fez dike ku heta Nîsanê hêzên Asayîşê were tasfiyekirin. Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê jî peyman red kiribû û gotibû ew ê li ber xwe bidin.
Xezalî got,''Peymana Şengalê, heyf e , ku ji bo hilbijartina pêş me, bi navê civaka Êzîdî weke mijareke siyasî tê bikaranîn. Heke ev peyman bi cih were, wê bêbextî li civaka Êzîdî bê kirin, ku ji bo azadiya Şengalê xwîn rijandine.''
Xezalî xwest ku ev 'peymana bêbexstiyê' were rawestandin û got, ''Divê çareyek were dîtin ku ji daxwazên gelê Şengalê re bibe çareyek rast.''
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: ''Hikûmet divê ji nû ve were danîn û ji bo ku gelê herêmê vegere xizmet were kirin. Armanca vê peymanê ew e ku gel ji xaka xwe were dûrxistin, nehêle ku gel vegere ser axa xwe û dest li ser dengên hilbijartinê bidin. Ji ber vê ev peyman divê rabe.
Li Şengalê domkirina vê tevlîheviyê di berjewendiya Recep Tayyîp Erdogan de ye. Peywira hikûmetê ew e, beriya ku ji kontrolê derkeve çareyekê bibîne.
Rewşeke leşkerî ne di berjewendiya gelê Şengalê û hikûmeta Iraqê de ye. Ev rewş di berjewendiya Erdogan û wan hêzan de ye ku dixwazin herêmê parçe bikin û kontrol bikin.''