Erol: Tecrîd li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê berbelav dibin
Li Viyanayê têkîldarî şertên tecrîdê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civîna gel hate lidarxistin.
Li Viyanayê têkîldarî şertên tecrîdê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civîna gel hate lidarxistin.
Di civînê de ji parêzerên Ocalan Faîk Ozgur Erol axivî, destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê li seranserî erdnîgariya Kurdistan û Tirkiyeyê berbelav dibe.
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê ji hêla Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ve têkîldarî şertên tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civîna gel hate lidarxistin. Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wek qiseker tevlî civînê bû. Piştî rêzgirtina ji bo tevahî şehîdên azadî û demokrasiyê, Erol mafê axaftinê wergirt, destnîşan kir ku divê tecrîda li Îmraliyê bi temamî bê rakirin û got; “Hevdîtina malbatê, parêzeran an jî heyeteke siyasî tecrîdê ji holê ranake.”
Erol, destnîşan kir ku mûxatabê çareseriyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, ev rastî jî mecbûrî dike ku ev tecrîda bêyî spartekên hiqûqî ji holê bê rakirin. Erol bal kişand ku sîstema tecrîdê li erdnîgariya Kurdistanê û girtîgehên Tirkiyeyê berbelav bûye, têkîldarî şertên jiyana rojane ya Ocalan agahî parve kirin.