BI DÎMEN

Êrîşên PDK'ê yên li Şengalê li bajarên Rûsyayê hatin şermezarkirin

Êrîşên çekdarên PDK'ê yên li bajarokên Xanesorê û Sinûnê, li çar aliyên cîhanê tên şermezarkirin. Li Federasyona Rûsyayê jî Kurdistanî daketin qadan û êrîşa PDK'ê şermezar kirin.

Li bajarên Tambov, Çelyabînsk û Komara Xweser a Adigeyê ya Federasyona Rûsyayê, Kurdistanî daketin qadan û êrîşên çekdarên PDK-AKP'ê yên li Şengalê şermezar kirin.

TAMBOV

Li bajarê Tambovê, bi pêşengiya Kongreya Kurdên Êzidî ya Rûsyayê, rûspiyên civaka Êzidî li navenda kar a Dîcleyê li hev civiyan û êrîşên çeteyên PDK'ê şermezar kirin.

Hevserokê Kongreya Kurdên Êzidî yên li Rûsyayê Cemal Şamoyan li civînê axivî û diyar kir, ev êrîşa PDK'ê ji bo wan, ji êrîşa DAIŞ'ê girantir e. Şamoyan got, "Êrîş DAIŞ'ê rê li ber êşeke gelekî mezin vekir, ku ti carî nayê jibîrkirin. Lê belê êrîşa pêşmerge û çeteyên PDK'ê ya 3'ê Adarê li dijî gundên Xanesor û Sinûnê û şehîdxistina şervanên YBŞ/YJŞ'ê bi destê wan, ji bo me ji êrîşa DAIŞ'ê girantir bûye. PDK a ku ji destpêkê ve Êzidî li naverastê hişt, niha jî bi dewleta Tirk re bûye yek û êrîşî cihên pîroz ên Êzidiyan dike. Êzidiyê vê xiyanetê ji bîr bike, wê xiyanetê li gelê xwe bike. Bêyî ku dereng bimîne, divê Mesûd Barzanî ji vê şaşiyê vegere û vî şerê qirêj bisekinîne. Êzidî êdî bi tenê nînin û mîna 3'ê Tebaxê jî bêçare nînin. Artêşeke wan a fedayî heye, ku wê wan biparêze."

Rûspiyên Êzidî jî di civînê de nêrînên xwe anîn ziman û êrîşên PDK'ê yên li Şengalê şermezar kirin.

ÇELYABÎNSK

Li bajarê Çelyabînskê, bi pêşengiya Saziya Kurdên Êzidî ya Çelyabînsê, li pêşiya Goar Kafe xwepêşandanek hat lidarxistin.

Serokê Saziya Kurdên Êzidî li Çelyabînskê Sefdîn Azad got, "Ev demeke dirêj bû işaret hebûn, ku nîşan didan PDK di nava xiyaneteke navxweyî de ye. PDK a ku DAIŞ di nava lepên DAIŞ'ê de hişt, niha xwişk û birayên me dikuje. Divê em li ber vê rabin û van polîtîkayên qirêj pûç bikin. Naxwe PDK wê bi dewleta Tirk re li Şengalê kevir li ser kevir nehêle. Tifaqa gemarî ya Barzanî û Erdogan wê yekîtiya me xera bike."

Di çalakiyê de dirûşmên "Bimire xiyaneta PDK'ê", "Bijî berxwedana Şengalê" hatin qîrîn.

ADIGEY

Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigeyê dijîn jî bi heman armancê daketin qadan.

Kurdistanî li ber Navenda Çanda Kurd a Adigeyê li hev civiyan. Endamê Rêveberiya Meclîsa Gel a Adigeyê Xwedêda Ahmed li vir axivî û got, "Divê Barzanî xwe ji siyaseta dewleta Tirk a ku dijminatiyê li Rojava û Kurdan dike, rizgar bike. Ti Kurd vê lîstika qirêj a PDK'ê qebûl nake. Bêyî ku dereng bimîne, divê PDK û Barzanî ji vê şaşitiyê vegerin."

Çalakî bi qîrîna dirûşma "Bijî berxwedana Şengalê" qediya.