Êrîşên li ser sînor bandorek neyênî li hilberînê jî kir
Êrîşên li ser sînor bandorek neyênî li hilberînê jî kir
Êrîşên li ser sînor bandorek neyênî li hilberînê jî kir
Bombeyên gazê yên leşkeran û topên hawanê yên çeteyên DAIŞ’ê bikar tînin ne tenê zirarê didin gundiyan, didin hilberînan jî. Li gundê Dewşen sebzeyê hatibû çandin hemû riziyan.
Li gundê Dewşên zeviyê gundiyan jî ji êrîşên DAIŞ û leşkeran nesîbê xwe girt. Sebzeyên wekê bacan, firengî û bamya ji ber ku leşkeran boriyên avê texrîb kirin û ji ber gaza bombeyî hemû riziyan. Gelek sewal jî ji ber êrîşan zirar dîtin û mirin. Herêm niha jî bi plana ‘herêma tampon’ tê xwestin ku bê mirov bê hiştin.
Welatiyê bi navê Abdullah Aslan ê hewl dide hilberînên xwe berhev bike, diyar kir ku ptştî berxwedana ji bo piştgiriya Kobanê, leşkeran bi dehan caran mudaxale kiriye, wesayîtên wan boriyên erdê wan texrîb kirine û her wiha ji ber gaza bombeyî hemû hilberînên me riziyane. Aslan got: “Sewal li derve ne û bi zanebûn gazê davêje wan. Sewalên me telef bûn. Zarokên me li hundir bûn. Gaz ket hundir. Me sebzeyên xwe di dema wê de berhev nekirin. Hemû riziyan. Em di hedefa êrîşên DAIŞ’ê ne.
EM VAN DERAN TERK NAKIN
Aslan bilêv kir ku wekê ku ev têr nake dewlet bi plana ‘herêma tampon’ dixwaze herêmê bê mirov bihêle û ew di tu rewşê de wê gund û axa xwe terk nekin. Aslan wiha got: “Dibêjin wê vir bikin herêma Tampon. Em ji gundê xwe dernakevin. Ka em ê biçin ku derê. Jixwe yên Pirsûsê malên xwe dane Rojavayiyan. Em ê jî konan vedin. Em warê xwe terk nakin.”