Raportora Tirkiyeyê ya Parlamenta Ewropayê (PE) Pîrî da xuyakirin ku ew ê êrîşên li hemberî HDP'ê di Rapora Pêşketina Tirkiyeyê ya sala 2014'an de bicih bikin û xwest, ji HDP'ê re derfetên xebateke azad a hilbijartinê were dayîn. Pîrî nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Erdogan ên li dijî çareseriyê da.
ÊRÎŞ WÊ DI RAPORÊ DE BÊN BICIHKIRIN
Raportora Tirkiyeyê ya Parlementa Ewropayê Katî Pîrî di civîna çapemeniyê ya li PE de li ser pirsên ANF'ê ragihand ku êrîşên li hemberî avahiyên HDP'ê yên li Edene û Mersînê nayên qebûlkirin. Pîrî anî ziman ku ew ê êrîşên li hemberî HDP'ê bi pêşniyarnameyeke pêvek li 'Rapora Pêşketina Tirkiyeyê ya sala 2014'an ku ji aliyê wê ve hatiye amadekirin, bicih bike.
'EM BI FIKAR IN'
Endama Koma Sosyal Demokratan Pîrî nerazîbûn nîşanî êrîşên li hemberî HDP'ê da û anî ziman ku ew ji vê dûrketin û dijberiya demeke kurt beriya hilbijartinan rû daye, bi fikar in. Raportorê destnîşan kir ku divê hêza li pişt êrîşên li hemberî HDP'ê were aşkerakirin. Pîrî xwest ji HDP'ê re derfet bê dayîn ku bi awayekî ewle û azad xebatên xwe yên hilbijartinê bimeşîne û pirsên "Çima ev êrîş li hemberî HDP'ê tên kirin? Kî li pişt van êrîşan heye? Der heqê êrîşan de lêpirsînên pêwîst hatine kirin? Pêwîstiya HDP'ê bi parastineke cidî heye, ev yek tê kirin?" ji rayedarên Tirk kir.
'AXAFTINÊN ERDOGAN ÇÊKER NÎNIN'
Pîrî got, "Li pêşiya HDP'ê pirsgirêkeke bendê ya ji sedî 10'an heye. Bendek di vê astê de ji xwe ne rast e" û di çaerseriya pirsgirêka Kurd de bal kişand ser girîngiya rêya muzakereyê. Pîrî da xuyakirin ku gotin "muzakere nîne" ya Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ne rast e û got, "Hêvîdarim wê piştî hilbijartinan muzakere ji nû ve destpê bikin."
NEWEKHEVIYA NAVBERA HERÊMAN
Raportora Tirkiyeyê ya Parlamenta Ewropayê (PE) Katî Pîrî herî dawî ev yek destnîşan kir: "Herêma Kurdan herêma herî xizan a Tirkiyeyê ye. Yekîtiya Ewropa (YE) girîngiyeke mezin dide wekheviya navbera herêman. Pêwîste Tirkiye vê newekheviyê ji holê rake, komîsyon û konseya YE ji bo vê bi dayîna alîkariyan re teşwîq bikin. Her wiha divê ji herêmên ku penaberên ji Sûriye û Iraqê hatine lê bicih bûne, alîkariya zêde ya malî were kirin."