BI DÎMEN

Êrîşên hêzên PDK'ê yên li Şengalê hatin şermezarkirin

Êrîşên hêzên PDK'ê yên li Şengalê, li gelek bajarên Ewropayê bi çalakiyên girseyî hatin şermezarkirin.

Êrîşên hêzên PDK'ê yên li Şengalê, li gelek bajarên Ewropayê bi çalakiyên girseyî hatin şermezarkirin.

OSLO

Li paytxta Norwêc Osloyê, komîteya PJAK'ê ya Osloyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li Rojava û hêzên PDK'ê yên li Şengalê, meşek hat lidarxistin.

Girseya gel li ber pankarta bi nivîsa "Azadî û îdeolojî nabe bên girtin" li hev civiya û ji ber stasyona trenê ya navendî ber bi avahiya meclîsê ve meşiyan.

Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, KODAR, KJAR, PJAK, PYD hatin hildan û bi zimanê Norwêcî dirûşmên "Azadî ji Ocalan re, aştî ji Kurdistanê re", "Na ji şer re, Erê ji aştiyê re", "Dîktator Erdogan" û "Dewleta Tirk ji Kurdistanê bicehime" hatin qîrîn.

Li ber avahiya meclîsê mîtîngek hat lidarxistin û Niştiman Alîpenah li vir axivî. Alîpenah diyar kir, azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e û divê ji bo vê yekê heta dawiyê têbikoşin.

Li ser navê PYD'ê jî Serbest Elî peyivî û bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li Rojavayê Kurdistanê. Elî destnîşan kir, ku di heman demê de PDK'ê bi AP'ê re êrîşî civaka Ezidî kiriye û ew ê heta dawiyê li ber van êrîşan û vê tifaqa qirêj rabin.

ZURÎCH

Li bajarê Zurîch ê Swîsreyê, êrîşên AKP û PDK'ê yên li bajarokên Xanesor û Sinûnê yên Şengalê hatin şermezarkirin.

Çalakiya li ser pira Rathaûsê ji aliyê Meclîsa Jinê ya Bêrîtan, DEM-KURD û Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê ve hat organîzekirin. Li ser êrîşên li dijî Şengalê pankart hatin hildan. Di mîtîngê de, ku gelek saziyên çep û sosyalîst jî lê amade bûn, axaftin li ser mijarê hatin kirin û belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin.

MONTPELLÎER

Êrîşên çeteyên PDK û AKP'ê yên li Şengalê, li bajarê Montpellîer ê Fransayê bi meşeke girseyî hat şermezarkirin.

Meşa ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ve hat organîzekirin, ji Parka Peyrû dest pê kir û heta meydana Comedîe dewam kir. Gelek Êzidiyên li Montpellîer û derdora wê dijîn, tevlî çalakiyê bûn.

Di meşê de dirûşmên "Şengal ne bi tenê ye", "Em hemû Êzidî ne", "Bijî Berxwedana Şengalê" hatin qîrîn.

Hevserokê NCDK'ê Cevat Guneş li vir axivî û got, "Gelê me rûyê rast ê Barzanî dîtiye. PDK ji bo komkujiya ku bi destê çeteyên DAIŞ'ê li Şengalê kir temam bike, bi TC re hevkariyê dike. Çeteyên ku TC li kampa Başîka perwerde kir, êrîşî Şengalê kirin. Hêzên Berxwedana Şengalê rê nedan van êrîşan. Malbata Barzanî wê ti carî bi ser nekeve. Ev êrîş birakujî nîne. Ev şerekî di navbera çeteyan û şervanên azadiyê de ye. Em êrîşa li Şengalê hatiye kirin bi tundî şermezar dikin."

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê jî êrîşên li Şengalê hatin şermezarkirin.

Kurdistaniyên li meydana Canebîere li hev civiyan, xiyaneta Barzanî û êrîşa AKP'ê ya li Şengalê şermezar kirin. Li qada mîtîngê axaftin hatin kirin û hat gotin, "Divê hurmet ji destketî, vîn û xweparastina gelê Şengalê re bê nîşandan."

Di çalakiyê de posterên Ocalan, al hatin hildan û dirûşmên "Çeteyên noker ji Şengalê bicehimin", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.

KOLN

Li bajarê Koln ê Elmanyayê, PDK bi mîtîngekê hat şermezarkirin. Mîtîng ji aliyê Meclîsa Jinê ya Viyan û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat lidarxistin û di serî de Êzidî û Rojavayî, girseyek ji çar parçeyên Kurdistanê tevlî bûn.

Ji bo gerîlayên HPG'ê û şervanên YBŞ'ê yên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan, deqeyek rêz hat girtin.

Di mîtîngê de têkildarî êrîşê belavok hat xwendin û êrîş hat şermezarkirin. Qisekeran gotin, "PDK'ê dest ji Şengalê berda. Ji ber vê yekê Şengalî hatin kuştin. Jin û ciwanên Şengalê hatin revandin. Ya ku divê bê kirin pêçandina van birînan e û afirandina statuya Kurdan e."