Êrîşa li dijî HDK’ê li gelek bajaran hate protestokirin
Êrîşa li dijî HDK’ê li gelek bajaran hate protestokirin
Êrîşa li dijî HDK’ê li gelek bajaran hate protestokirin
Êrîşa li hemberî heyeta Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ku di nav de parlamenterên BDP'ê jî hene li Colemêrg, Şemzînan, Wêranşar, Semsûr û Êlihê bi girseyî hat şermezarkirin.
COLEMERG
Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê ji bo êrîşa li dijî heyeta HDK'ê ya duh li Sînopê pêk hat şermezar bike li avahiya komleyê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê Îsmaîl Akbulut, diyar kir ku heyeta HDK'ê ji bo pirsgirêka kurd bi rêya demokrasî û aştiyê çareser bibe li Derya Reş ket nava hewldanan, lê heyet di gera li Sînopê de rastî êrîşê hat. Akbulut, anî ziman ku ev yek nayê qebûlkirin. Akbulut, xwest ev êrîş wekî êrîşa gelê Sînopê neyê qebûlkirin xwest rayedar der barê vê yekê de lêpirsînê bidin destpêkirin û êrîşkaran ronî bikin. Akbulut, xwest her kes piştgiriyê bide hewldana heyetê.
ŞEMZÎNAN
Rêxistina BDP'ê ya Şemzînanê jî bi heman armancê li ber avahiya BDP'ê daxuyanî da çapemeniyê û êrîş şermezar kir. Di daxuyaniyê de Şaredarê Şemzînanê Sedat Tore, Serokê BDP'a Şemzînanê Cabbar Taş, nûnerên KESK, KURDÎ-DER, MEYA-DER û gelek kesên din amade bûn. serokê BDP'ê Cabbar Taş, diyar kir ku gera HDK'ê heyecanek mezin daye wan, lê ev êrîş nayê qebûlkirin û êrîş şermezar kir.
WÊRANŞAR
Meclisa HDK'ê ya Wêranşarê jî êrîşa li dijî heyeta HDK'ê ya Sînopê şermezarkir. Civîn li salona Şanoyê ya Amfiyê pêk hat. Serokê BDP'a Wêranşarê Halis Aktaş û gelek rêveberên BDP'ê amade bûn. Polîsan bi maşîneyên zirxî û TOMA derdorda komê dorpêç kirin. Li ser navê meclisa HDK'ê Emine Çetiner daxuyanî da û êrîş şermezar kir.
SEMSÛR
Platfoma Demokrakiyê ya Semsûrê jî bi heman armancê li Parka Demokrasiyê daxuyanî da çapemeniyê. Komê êrîşa i dijî HDK'ê a Sînopê şermezar kir. Komê pankart û dawîzên "Li dijî faşizmê mil bidin mil" û "Zext me bêzar nakin" û "Em rê nadin Faşizmê" rakirin. Li ser navê Platformê Îzzet Karadag, êrîş şermezar kir û diyar kir ku li hemberî van êrişan bêdeng namînin.
ÊLIH
Meclisa Bajar a HDK'ê jî bi heman armancê li Kolana Gulistanê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hevparên Meclisa HDK'ê ya Êlihê Şareadrê Bekiranê, rêveberên BDP, KURDÎ-DER, MEYA-DER, KESK'ê, Înîsiyatifa Dayikên Aşityê, Platforma demokraiyê û gelek kesên din amade bûn. Di daxuyaniyê de Berdevkê Meclisa HDK'ê Mahmut Çiftçi, êrîş şermezar kir û diyar kir ku ew li hemberî vê êrîşê bêdeng namînin.