BI DÎMEN

Êrîşa çeteyên girêdayî PDK’ê ya li ser Şengalê li Ewropayê tê protestokirin

Kurdistanî û dostên wan ên ku li Elmanya, Fransa û Swêdê daketin kolanan, êrîşên çeteyên girêdayî PDK’ê ya li ser Şengalê bi girseyî protesto dikin.

HANNOVER

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê êrîşa çeteyên bi hevkariya AKP û PDK’ê li ser herêma Xanesor û Sinûn a Şengalê bi meşekê hate protestokirin.

Meşa ku ji qada Schîller Denkmalê ya naveda Hannoverê destpê kir, nêzî hezar kes beşdar bûn. Di meşê de daxuyaniya hevpar a NAV-YEK û NAV-DEM’ê hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku PDK dixwaze destkeftiyên Kurdan tine bike, bang hate kirin ku nebe parçeyek ji polîtîkayên qirêj ên AKP’ê. Di daxuyaniyê de hate gotin ku divê rêz ji vîn û xweseriya Şengalê re bê girtin.

Di meşê de polsterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, al û wêne hatin bilindkirin.

Di tevahî meşê de dirûşmên “Hevkarê çeteyan ji Şengalê derkevin” û “Bijî Serok Apo” hate qîrkirin.

DRAGÛIGNAN

Li bajarê Dragûîgnan ê başûrê Fransayê êrîşên koma çeteyên bi ser PDK’ê ve hate protestokirin.

Di çalakiyê de Siyasetmedar Osman Îbrahîm axivî û diyar kir ku ew rê nadin êrîşên PDK’ê yên li Kurdistanê ku destkeftiyên Kurdan û yekîtiya wan bike qûrbanê berjewendiyên xwe. Îbrahîm got: “Divê êdî PDK’ nebe pêlîstika dewleta Tirk a faşîst, divê Kurdan ne di rûpelên xayîn û hevkaran de divê li laperên rûmet û berxedanê de bin.”

STRASBOÛRG

Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, di pêşengtiya Ciwanên Azad de çalakiyek li Gara Trenê ya Navendî hate lidarxistin. Di çalakiyê de êrîşên PDK’ê hatin protestokirin.

Girse piştre jî gara trenê derketin û di nava bajêr de meşek kurt pêk anîn.

Ji aliyê rêxistina Ciwanên Azad a Strasboûrgê ve daxuyaniyek hate dayîn û hate diyarkirin ku PDK a ku hevkariyê bi rejîma AKP’ê re dike weke Fermandarê Pers ê bi ‘Harpagos’ tê nasîn ku di dîrokê de fêlbaz tê zanîn hate binavkirin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin pêşmerge reviyan. Bi hevkariya AKP’ê êrîşan li ser şervanên YBŞ/YJŞ’ê dike.

Di dawiya daxuyaniya Ciwanên Azad ên Strasboûrgê de hate diyarkirin ku divê her kes xwedî li destkeftiyên Kurdistanê derkeve û pêvajoya çalakiyên xwe rêz kirin.

BIELEFELD

Li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê jî êrîşên çeteyên girêdayî PDK’ê ya li ser Xanesor a Şengalê hate protestokirin. Di çalakê de ku nêzî 400 kes beşdar bû dirûşmên mîna “Bijî Berxwedana Şengalê” û “Bijî Berxwedana YBŞ’ê” hatin qîrkirin. Meşa ku heta Bîelefeld HBF’ê dom kir banga hestyariyê hate kirin.

 Çalakî bi dirûşman ve bi dawî bû.

BONN

Li bajarê bonn ê Elmanyayê êrîşa li ser şengalê hate protestokirin.

Çalakiya ku li Bonn Munsterplatzê ji aliyê Navendên Civaka Demokratîk a Bonn-Troîsdorf, PYD Bonn û Meclîsa Jinan a Sarayê ve hate lidarxistin, Kurdistaniyên ji Bonn, Troîsdorf û Meckenheîmê beşdar bûn.

Di axaftinên çalakiyê de hatin kirin hate diyarkirin ku hê jî di nava Kurdan de li gel dijmin lihev dikin û li dijî gelan di nava êrîşan de ye, ev rewşekî ya şermê ye.

Di çalakiyê de pankartên ku êrîşan şermezar dikin û posterên Ocalan hate hildan, her wiha dirûşmên “Kujer Erdogan” û “Terorîst Erdogan” hatin qîrkirin.

BERLÎN

Êrîşa koma çeteyên girêdayî PDK’ê ya li ser Şengalê li paytexta Elmaya Berlînê jî hate protestokirin.

Di mîtînga protestoyê ya li Deriyê Brendenbûrger Torê hate lidarxistin de, Federasyona Êzidiyan, Meclîsa Jinên Êzidî, NAV-DEM Berlîn, HDK Berlîn, Meclîsa Jinan a DES DAN, Ciwanên Rojava, PYD Berlîn, Partîzan ATÎK, AVEGKOM jî di nav de gelek sazî beşdar bûn.

Di axaftinên hatin kirin de hate diyarkirin ku êrîş piştî hevdîtina Barzanî ya li Enqereyê pêk hatiye, Barzanî bê exlaqî rola tetîkêşê Tirkiyeyê dilîze.

Di aktivîteya piranî ji jin û zarokan pêk dihat de, kesên ku di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn.

Di çalakiyê de, banga hestyariyê li raya giştî hate kirin.

OREBRO

Êrîşên koma çeteyên bi navê ‘Pêşmergeyên Rojava’ ku girêdayî PDK’ê ya li ser Şengalê li bajarê Orebro yê Swêdê li navendên Kurd û Asûrî-Suryanî bi xwepêşandanekî li navendê hate protestokirin.

Di çalakiya li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Orebroyê hate lidarxistin de, YNK, Tevgera Goran, PJAK û Asûrî-Suryaniyan piştgirî kir.

Di axaftinên li ser navê Meclîsa Gel hate kirin hate diyarkirin ku êrîş piştî hevdîtina Barzanî ya li Enqerê li gel Erdogan û şûnde pêk hatiye. Êrîşa li ser civak Êzidî ji aliyê AKP û PDK’ê ve bi awayekî kordîneyî hatiye amadekirin û ev hewldanekî ne ya şerê birakujiyê ye şikandin û teslîmgirtina vîna Êzidiyane.

Di axaftinên li ser navê PJAK’ê de jî diyar kir ku gelê Rojhilatê Kurdistanê gelek caran hatine qetilkirin, lê rê nadin ku carekî din qetlîam û qirkirin li ser Êzidiyan bê kirin.

Tevgera Goran û YNK’ê jî daxuyaniyên cuda cuda dan, êrîşên li ser Şengalê şermezar kirin û bang li PDK’ê kir ku dev ji hevkariya qirêj a li gel AKP’ê re dikin berde.

Di xwepêşandanê de dirûşmên ku êrîşa li ser Şengalê şermezar dikin û belavok hatin belavkirin.