Erdogan vê carê wê çi bide Rûsyayê?
Erdogan, ku piştî xistina balafira Rûs û şandina nameya 'lêborînê' di her hevdîtinê de li ser dijberiya Kurdan û gelên Sûriyeyê bazara gemarî kir, ji bo bazareke nû bike berê xwe dide Rûsyayê.
Erdogan, ku piştî xistina balafira Rûs û şandina nameya 'lêborînê' di her hevdîtinê de li ser dijberiya Kurdan û gelên Sûriyeyê bazara gemarî kir, ji bo bazareke nû bike berê xwe dide Rûsyayê.
Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan îro diçe Soçî û wê bi Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re hevdîtinê bike. Erdogan ev salek û nîv e çi dema ku bi Pûtîn re rûdine bazara li dijî Kurdan û Rojava dike.
Krîza giran a di navbera Rûsya û Tirkiyê de ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyê ve di kampên cuda de bûn, 24’ê Mijdara 2015’an piştî ku balafira Rûs ji hêla jetên Tirkiyê ve hate şikandin pêk hat. Piştî ku balafira Rûs hate şikandin Serokwezîrê demê yê Tirk Ahmet Davutoglu got: ‘Ferman min bi xwe da’’ û Erdogan jî gotibû, ‘’Çi kar û barê Rûsya li wir e?’’ û lê zêde kiribû: ‘’Heke sînor were bezandin heman rewş wê dubare bibe.’’
Krîza ku bi şikandina balafirê di navbera Rûsya û Tirkiyê de dest pê kirî, piştî ku Erdogan 2016’an bi nameyekê lêborîn ji Pûtîn xwest kete ‘’pêvajoya normalbûnê’ Erdogan piştî 15’ê Temûzê, 9’ê Tebaxa 2016’an bi Putîn re li Petersbûrgê rûnişt.
Erdogan ku berê gotibû ‘Çi karê balafirên Rûsya li Sûriyê hene?’’, di rûniştina navborî de ji çapemeniya Rûs re axivîbû gotinên ku amaje pê dikin şikandina balafirê wî nepijarandiye, çalakî ji hêla darbekaran ve pêk hatiye û darbekar jî ji hêla DYE’yê ve têne birêvebirin. Erdogan gotibû: ‘’Divê ez vê bi zelalî bibêjim; li ser pêkhatina aştiyê ya li Sûrî aktorê sereke Federasyona Rûsyayê ye.’’
Erdogan li Rojava-Bakurê Sûriyê bi mebesta ku pêşiya Kurdan bigire bi Rûsya re bazara Helebê û Babê kir û 24’ê Tebaxa 2016’an bi navê ‘Mertal Firatê’ tevgera dagirkeriyê dest pê kir. Di tevgerê de ku bi destûra Rûsya pêk hat, hatibû plankirin ku komên çekdar ên Helebê bişînin Cerablûs-Ezaz-Babê. Bi vî rengî Rûsya wê Heleb ji komên çekdar paqij bikirana û Tirkiye jî ji kavilkên komên çekdar wê nehiştana ku kantonên Efrîn û Kobanê bigihin hev.
Piştî vê rûniştinê Erdogan 4’ê Îlona 2016’an jî bi Putîn re li Çînê, li Hangzhauyê rûniştibû ku civîna G-20 li Çînê pêk dihat. Rûniştin hê dom dikir Tirkiyê El Raî dagir kir. Erdogan dema ku şandeya xwe bi Pûtîn dida naskirin, Pûtîn gotibû, ‘’Wekî şefên îstîxbaratî li vir in tiştekî ku em biaxivîn namîne. Ew ê her tişt ji we re vegotibe.’
Erdogan 19’ê Cotmeha 2016’an di Civîna Muxtaran de ev bazar bi van gotinan vegotibû û li xwe mikur hatibû: ‘’Rêzdar Pûtîn tika kir ku Nusra ji Helebê vekişe’’. Erdogan di civînê de gotibû, ‘’Şevê di bi rojeva Helebê em bi birêz Pûtîn re axivîn. Birêz Pûtîn tika kir ku Nusra ji Helebê derkeve. Me talîmata hewce da hevalan. Di vê mijarê de xebatan dest pê kir.’’ Bi vî rengî jî diyar kir ku çawa li ser Nusra xwedî gotin e.
Dema ku di valakirina Helebê de hin astengî çêbûn, Putîn dema ku di tûreke xwe ya Asyayê de bû, 16’ê Kanûna 2016’an got: ‘’Li Helebê tiştên ku me li ser li hev kirin pêk tên. Di vê mijarê de dema ku Serokkomarê Tirk Erdogan hatî Petersbûrgê me li hev kiribû’’ û mesaja ku Erdogan soza xwe bi cih aniye, da.
Piştre di Peymana Moskowayê de ya di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyê de xala ‘’Parastina yekeretiya Sûriyê’ bi Tirkiyê hatibû îmzekirin û di berdewamiyê de di hevdîtinên Astanayê de Tirkiye her çendî hewl da ku baweriyê bide Rûsyayê jî Balyozxaneyê Rûs ê Enqerê Andrey Karlov ji hêla tîmekî taybet ve hatibû kuştin û Tirkiye hatibû etîketkirin ku ne welatekî ‘bi ewle’ ye.
Erdogan 10’ê Adara 2017’an bi şandeyeke berfireh çûbû Rûsya û xwestibû li ser Idlibê bazarê bike lê Erdogan tişta ku lê digeriya nedîtibû. Beriya serdana Erdogan hikûmeta Rûs amborgoya li ser pîvaz, qernebihar, brokolî, qerefîlê rakir.
Lê li gel ku Tirkiye nêzî Rûsya bûgbû û di operasyona Mertala Firatê de desteke hewayî standibû jî, piştî ku vê pêla dawî DYA'yê bi fûzeyan li baregeha leşkerî ya Sûriyê, li Şayratê xistibû Tirkiye dîsa behsa hilweşandina Esad kiribû. Li ser vê jî Berdevkê Kremlînê Peskov ji Tirkiyê xwest ku mebesta xwe vebêje.
Erdogan piştî hevdîtina Petersbûrgê xwe nêzî Rûsya kir, bi hevdîtinên Astana, endambûna Pêncên Shangayê û îdîaya ku ew ê sîstema parastina fûzeyê s-400 wê ji Rûsan bikire, şantaj li DYA û NATO kir, beriya hevdîtina bi Trûmp re ku tê payin di rojên pêş de pêk were, Erdogan bi Putîn re hev dît û dixwaze bi vî rengî xwe bi bihayekî zêdetir bifiroşe.
Têkildarî hevdîtina Îro jî Berdevkê Erdogan Ibrahîm Kalin got: ‘’Li gel geşedanên li Sûriyê, ji bo têkoşîna dijî terorê û têkiliyên dualî wê were axaftin’’ û vê jî şîroveyên wiha bi xwe re anîn ku Erdogan dîsa li dijî Rojava xwe avêtiye ber lingê Pûtîn.