Erdogan sinyala dagirkeriya nû da

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, ji bo operasyoneke nû ya dagirkeriyê ya li ser Kurdên Rojava dem diyar kir.

Serokkomarê Tirk Erdogan di Civîna Sanayiya Parastinê ya Tirk de got, "Me got, tevgera me ya bi mebesta ku rojhilatê Firatê ji rêxistina terorê ya dabeşker were rizgarkirin, dibe ku di nav çend rojan de dest pê bike û em dibêjin."

SÛCÊ ŞER

Dewleta Tirk a dagirker ku ji destpêka şerê Sûriyeyê ve bi komên çete yên mîna DAÎŞ, El Qaîde re bi hevkarî tevgeriyayî û piştre komên xwe yên çete ava kirî, herî dawî Adarê Efrîn dagir kiribû. Ji Cerablûsê heta bi Efrînê li deverên ku dewleta Tirk dagir kiriye, bi rengekî sîstematîk sûcê şer tê kirin. Di nav sûcên şer de, komkujî, înfaz, revandina mirovan, êşkence, tecawiz, talana mal û milk, koçberkirin û asîmîlasyon hene.