Erdogan qebûl kir: Peyama Ocalan bi bandor bû

Erdogan qebûl kir: Peyama Ocalan bi bandor bû

Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan qebûl kir ku ji bo bidawîkirina greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd ku 68 rojan berdewam kir, peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bandor bû û got: “Dibe hevdîtinên dewletê, dewlet û Îmraliyê çêbibin.”

Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan ji rojnameya Milliyetê ji Fîkret Bîla re axivî û wiha bersiv da pirsa der barê bidawîkirina greva birçîbûnê:

“Ya rast; ji destpêkê ve hin tesbîtên me hebûn. Lê me van tesbîtên xwe bi hevalên xwe re nirxand. Hûn dizanin Îmraliyê malbata xwe jî qebûl nedikir. Lê vê carê malbata xwe qebûl kir. Ji ber wê jî Mehmet Ocalan çû Îmraliyê. Ji bo bidawîbûna greva birçîbûnê peyama Îmraliyê bi bandor bû.”

Erdogan bersiv da pirsa “Ger Mehmet Ocalan beriya vê biçûya dê peyamek wiha bihatiba?” û got: “Berê jî em li hemberî çûyina malbatê derneketin! Me vê berê jî got. Me nedixwest parêzer biçin. Lê malbat dikare biçe. Me berê jî got malbat dikare biçe. Min bi xwe ji raya giştî re aşkere kir.” Her wiha Erdogan diyar kir ku wana ji bo Ocalan tu sozek nedaye.

Erdogan diyar kir ku mebesta wî ji bûyera li Farqînê ne Îmraîl bû. Erdogan bersiv da pirsa bi awayê “We got ji bo bidawîbûna grevên birçîbûnê peyama Ocalan bi bandor bû. We piştî bûyera Farqînê Ocalan muxatab negirt. Gelo ev pêşketinên niha nîşaneya hevdîtinên nû yên bi Îmraîlyê re ne?” û got:

“Berê wî jî dixwest hevdîtinê bike. Daxwaza hevdîtinan dikir. Li vir em nikarin dest ji rayeya karanîna ensturmanên di destê xwe de berdin. Mebesta min ji meseleya Farqînê ne Îmralî bû. Rêxistina terorê ya li derve bû. Min gotibû têkoşîn-muzakere. Ez dîsa li vir jî dibêjim, dewlet dikare hevdîtinan bi Îmraliyê re hevdîtinan bike. Li vir estrumana divê bê karanîn kîjan e? Rêxistina Îstîxbarat Millî ye (MÎT). Endamên wê ne. Ew dikarin hevdîtinê bikin. Li vir tu tengasiyek tune ye.”