Erdogan: Polîsên me destana lehengiyê nivîsandin!
Erdogan: Polîsên me destana lehengiyê nivîsandin!
Erdogan: Polîsên me destana lehengiyê nivîsandin!
Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, da xuyakirin ku di berxwedana Parka Gezî de polîs di testa demokrasiyê re derbas bûne û wiha got,"Polîsên me li hemberî helwestên ku li welatekî din pêk hatibana qet kesî nikarîbû tehemmul bike, destana lehengiyê nivîsandiye." Di berxwedana Parka Gezî de di encama terora polîsan de 4 kesan ku jiyana xwe ji dest dabû ji 5 hezar kesan zêdetir mirov birîndar bibûn û bi dehan kes jî hatibûn girtin.
Serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Tayyîp Erdogan, helwesta polîsan a li hemberî berxwedana Parka Gezî ku li tevayî dinyayê bû sedema nerazîbûn û bertekan tenê bi parastinê nema, vê carê pesnê polîsan bi ‘nivîsandina destana lehengiyê’ da.
Serokwezîr Erdogan, di merasîma mezûniyetê ya Akademiya Polîsan de axivî. Erdoganê ku terora polîsan a li hemberî berxwedana Parka Gezî ji nedîtî ve hat got, “Polîsên me li hemberî helwestên ku li welatekî din pêk hatibana qet kesî nikarîbû tehemmul bike destana lehengiyê nivîsandiye ."
Erdogan îddîa kir ku di pêvajoya 10,5 salên desthilatdariya xwe de tewazuna azadî-ewlehiyê bi serketî bi cih anîne û her wiha ku qesta wî pirsgirêka Kurd bû wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pirsgirêka terorê ya ev 30 sal in berdewam dike, me anî merheleya çareseriyê. Ne tenê bi tedbîrên ewlekariyê û zêdetirkirina qedexekirinan, bi hîn zêdetir berfirehkirina azadiyan em gihiştin vê merheleyê. Wê vegera ji vê jî nîn be.
Erdogan bi axaftina “Tu sabotaj, tehrîk û kemîn nikare Tirkiyeyê vegerîne rojên hêzên serwer ên ewlekarîperest ” wek temeniya wê polîsên di akademiya polîsan de ‘perwerdeya herî baş dibînin’ nîşan da.
Erdogan îddîa kir ku hatiye xwestin berxwedana Parka Gezî li hemberî polîsan veguherînin kampanyayeke bi pergal û wiha berdewam kir: “Ji destpêkê ve polîsên me hedef hatin girtin. Hikûmeta me, îradeya millî hedef hat girtin. Di hedefa medyaya neteweyî û navneteweyî de polîsên me hebûn. Di tu merheleyên van xwepêşandanan de helwesta derketina derveyî demokrasî û huqûqê çênebûye. Polîsên me li gorî helwestên ji amirên xwe wergirtine di nav huqûqê de wezîfeya xwe bi serketî bi cih aniye. Polîsên me bi serketî di testeke demokrasiyê ya gelekî girîng re derbas bûye. Polîsên me li hemberî helwestên ku li welatekî din pêk hatibana qet kesî nikarîbû tehemmul bike destana lehengiyê nivîsandiye.”