Erdogan li YAŞ’ê ji bo 'Aksakalli û Temel' kadro nedît!

Di civîna YAŞ’ê ya sala 2020’ê ya kademeya fermanê ya dewleta Tirk de ti guhertinek pêk nehat, Erdogan ji bo Zekaî Aksakalli û Îsmet Metîn Temel ên berê ‘qehremanê’ Kalkana Firat û Efrînê îlan kiribû, kadro peyda nekir!

Bi serokatiya Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan civîna Şûraya Leşkerî ya Bilind (YAŞ) pêk hat û biryarên wê îmze kirin.

Li YAŞ’ê Zekî Aksakalli ê ‘Qehremanê Operasyona Kalkana Firatê’ û Îsmaîl Metîn Temel ‘Qehremanê Efrînê’ îlan kiribû jî di nav de ’30 general/amîral ji ber nebûna kadroyan’ teqawît kirin.

Di civîna YAŞ’ê de ku di kademeya fermanê ya artêşê de ti guhertinek pêk nehat, 2’emîn Serokê Serfermandariya Giştî Metîn Gurak ji bo orgeneraliyê Fermandarê Fîlo (Komkeştî) Koramîral Ercûmet Tatlioglû jî ji bo oramîriyê terfî kir.

Serokê Serfermandariya Giştî ya Tirk Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejahî Orgeneral Umît Dundar, Fermandarê Hêzên Esmanî Orgeneral Hasan Kuçukakyuz û Fermandarê Hêzên Deryayî jî Orgeneral Adnan Ozbal wê heman erka xwe dewam bikin.

Li gorî biryarên YAŞ’ê; 17 general û amîr payekek çûn jor, 51 kes jî ji bo albay, general û amîriyê hatin erkdarkirin. 35 general û amîral jî salekê erka wan hate dirêjkirin, erka 294 albayan jî 2 sal hatin dirêjkirin. 30 general-amîral ji ber nebûna kadroyan jî hatin teqawîtkirin. Hejmara general/amîral a 226, 30’ê Tebaxê û şûn ve bibe 247’an.

Orgeneral Îsmaîl Metîn Temel û 2’emîn Fermandarê Baskêartêşê Koorgeneral Zekaî Aksakalli ji xwe berê ‘xetek’ li ser navê wan hatibû dayîn.

Rejîma Erdogan 2016’an piştî hewldana darbeyê gelek fermandarên xistin bi kontrola xwe de û ‘lehengên demkî’ îlan kirin, piştre jî erkê girtin.

Dewleta Tirk 24’ê Tebaxa 2016’an ‘qehremanê demkî’ yê ‘Kalkana Firat’ a tevgera dagirkeriyê Zekaî Aksakali bû. Aksakali di civîna Şûraya Leşkerî ya Bilind (YAŞ) de ji korgeneraliyê ne kirin orgeneral û ji bo erka pasîf hate erkdarkirin.

Fermandarê 2’emîn Artêşê Îsmaîl Metîn Temel ê fermandariya dagirkirina Efrînê dikir û ‘qehremanê’ medyaya hewûz, piştre ji bo erkên pasîf ên mîna Serokayetiya Nirxadin û Kontrolkirinê ya Serfermandariya Giştî hate erkdarkirin.

Fermadarê Hêzên Taybet Tumgeneral Ahmet Ercan Çorbaci ê Tebaxa 2019’an pişt bidestxistina bajarokê Han Şeyhûn a ji aliyê hêzên Sûriyeyê ve ku li Îdlibê erkdar bû, ji bo erkên pasîf hate erkdarkirin.

Lînka nûçeya têkildarî mijarê: