Erdogan li Moskowayê ye, çeteyên wî li Îdlibê dest bi êrîşê kirin

Beriya serdana Moskowayê ya Erdogan ku bi rojeva Îdlibê bi rengekî awarte pêk hat, komên çete yên pişta xwe dispêrin dewleta Tirk li başûrê Îdlibê dest bi êrîşeke berfireh li dijî rejîmê û hêzên Rûs kirin.

Komên çete yên ser bi dewleta Tirk, vê sibehê li başûrê Îdlibê êrîşî hêzên rejîma Sûriyeyê û Rûs kirin.

Beriya ku Erdogan bi rengekî awarte biçe Moskowayê, êrîşeke berfireh li Îdlibê dest pê kir û tê gotin ku ji her du aliyan, ji komên çete û hêzên rejîmê gelek kuştî û birîndar hene.

Heyet Tehrî El Şam û komên din ên bi serkêşiya El Nûsra, li herêmên Ebû Dalî, Selumiye, Ceduiye, Til Meriq û Temanê dest bi êrîşê kirin û tê gotin ku herî kêm 20 leşkerên rejîmê di êrîşê de hatine kuştin.

Hate ragihandin ku çar gund ketine destê çeteyan. Komên çete di êrîşê de wesayita bombebarkirî, fuzeyên grad û çekên giran bi kar tînin. Balafirên şer ên Rûs û rejîmê jî bê navber herêmê bombe dikin.

Di vê navberê de ji malperên înternetê yên çeteyan hate îdîakirin ku balafirên şer ên rejîmê çar caran bi şaşitî bombe li çeperên leşkerên xwe barandine. Saziya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku 23 şervanên rejîmê û 20 çete hatine kuştin. Tê gotin ku bi giştî herî kêm 51 kes ji her du aliyan hatine kuştin, lê agahiyên berfireh nehatin wergirtin. Heman çavkaniyê ragihand ku Duşemê ji ber êrîşên hewayî yên Rûs 12 sivîl li herêmê hatin kuştin.

ÊRÎŞÊ PIŞTÎ VEGUHESTINÊ DEST PÊ KIR

Piştî ku dewleta Tirk çek û cebilxane veguhest bajarokê Hîşê yê li başûrê navçeya Maaret Nûmanê, komên çete dest bi êrîşê kirin.

Piştî ku hêzên rejîmê û Rûs di 20'ê Tebaxê de Xan Şêxûn kontrol kirin, nuqteya çavdêriyê ya dewleta Tirk a li Morekê ku li başûrê Xan Şêxûnê ye di nava dorpêçiya rejîmê de ma.

Li ser vê yekê Erdogan bi bayê bezê xwest bi Pûtîn re hevdîtinê bike. Erdogan û Pûtîn îro li Moskowayê wê li hev kom bibin.

Pûtîn beriya hevdîtinê li Îtalyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew 'destekek xurt' didin operasyona rejîma Sûriyeyê.