Erdogan li Berlînê ye: Li derve protesto, li hundir bazar

Serokkomarê Elman Steînmeîer li qesra xwe bi xaliya sor pêşwazî li Erodgan kir, li derve jî xwepêşandanên 'em dîktator naxwazin' têne kirin. Tê gotin dibe ku Erdogan bi  Merkel re daxuyaniya çapameniyê ya hevpar neda.

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ku ji duh nîvro ve li paytexta Elmanyayê Berlînê ye îro bi Serokkomarê Elman Frank Walter Stînmeîer re rûnişt. Steînmeîer li gel  helwesta raya giştî ya Elman û muxalefetê jî Erdogan li Qesra Bellevue bi xaliya sor û merasîma leşkerî pêşwazî kir.

Erdogan piştre bi tevdîrên jidiyayî yên ewlehiyê li avahiya serokwezîrtiyê bi serokwezîr Angela Merkel re hate cem hev. Piştî hevdîtinê tê payin ku daxuyaniya çapameniyê ya hevpar were dayin. Lê ji ber sedema ku nûçegihan Can Dundar jî di daxuyaniya çapemeniyê de ye tê gotin dibe ku Erdogan neyê hêwana ku nûçegihan lê ne.

Her wiha Erdogan ji ber tirsa ku nûçegihanên Elman jî dikarin pirsên rexneyî bikin dibe ku tevlî daxuyaniya çapameniyê nebe. Jêderên nêzî serokwezîrtiya Elman li şûna ku derkevin ber çapemeniyê dibe ku daxuyaniyeke çapemeniyê ya hevpar bidin.

MÎTÊ HAZIR KIR, ERODGAN DA

Di hevdîtina bi Merkel re li gorî çapemeniya AKP'ê lîsteyeke ku 69 nav tê de hene û MÎT'ê hazir kiriye û li Tirkiyê biryara lêgerînê li ser wan heye daye Merkel. Ev agahî di çapameniya Elman de jî cih girt, tê gotin di lîstê de navê muxalîf ên rejîma Erdogan û navê wan kesan ku tevlî nav hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê bûne û xwe li Elmanya girtine jî hene.

Hate gotin di lîsteyê de ku MÎT li Elmanyayê bi xebatên der yasayî haziriye kiriye, adres, nimroya telefonê, agahiyên taybet ên wan kesan hene ku Erdogan wê bixwaze wan bidin Tirkiyê. Dema ku li serokwezîriya Elman bi Erdogan re bazarên genî têne kirin, li derve jî protesto hene.

Li dora serokwezîriyê polîsan tevdîrên jidiyaYî gritine, qemyona ku rêxistina Nûçegihanên Sînornenas organîze kirî û li ser hatî nivîsîn, ''Erdogan li derve ye nûçegihan li girtîgehê ne'' ji herêma ku avahiyên hikûmetê lê ne hate dûrxistin û birin ber stesyona navendî ya trênê.

Îşev dema ku li qesra Serokkomariyê wê ji bo Erdogan xwarin were dayin bi pêşengiya platforma 'Erdogan Not Welcome' li navenda bajêr 'Potsdamer Platz'ê wê bi rengekî girseyî Erdogan were şermezarkirin. Koçberên Kurdistanî û Tirkiyeyî, gelek organîzasyonên civakî, partiyên siyasî saet 16.00'an wê dest bi meşê bikin.

DÎKTATOR ERDOGAN

Vê navbeynê lîmuzîna ku Erdogan tê de bû dema ku ji qesra Serokkomariyê derkeyî ji hêla Elmanan ve hate protestkirin. Elmanê ku polîsan ew asteng kirî, got, ''Dîktator Erdogan, em te naxwazin''.