Hevserokê Komeleya Çand û Piştgiriyê ya Gelan Hasan Alici da xuyakirin, ku Erdogan tevlî karên ne li rê bûye û bi piştgirina DAIŞ'ê re bûye şirîkê sûcê kuştina bi sed hezaran însanî. Alici destnîşan kir, Erdogan ji bo ji darizandinê rizgar bibe, bi rêya destûra bingehîn a nû dixwaze dîktatoriya xwe ava bike.
Komeleya Çand û Piştgiriyê ya Gelan, di destpêka salên 1980'î de ji aliyê penaberên ji ber darbeya faşîst a 12'ê Îlonê hatin Swêdê ve hat damezrandin. Hevserokê vê komeleyê Hasan Alici, rewşa siyasî ya li Tirkiyeyê û referandûm ji ANF'ê re nirxand.
Alici da xuyakirin, referandûma li ser destûra bingehîn a nû, di mijara diyarkirina çarenûsa welat, kedkar, Elewî, Kurd û gelên hindekayî de diyarker e. Alici her wiha destnîşan kir, ku ev referandûm girîngiyeke xwe ya taybet heye, ku wê diyar bike bê li welêt dîktatorî yan jî demokrasî pêk were.
EGER DENGÊ 'ERÊ' BI SER BIKEVE, DIBE KU 1915 DUBARE BIBE
Alici diyar kir, eger destûra bingehîn a nû bê qebûlkirin, Erdogan û hikûmeta AKP'ê wê argumana 'gel piştgiriyê dide me' zêdetir bi kar bînin, ku ev 15 sal in vê yekê dubare dike. Alici anî ziman, bi qebûlkirina destûra bingehîn a nû re wê pêvajoyeke zext, zordar û otorîter dest pê bike û wiha dewam kir:
"Ya ku di sala 1915'an de hat serê Ermenî, Asûrî-Suryaniyan, dibe ku vê carê bê serê Kurdan, Elewiyan, sosyalîstan û her kesên xwe ji AKP'ê nabînin. AKP û Erdogan dikare operasyoneke mezin a paqijkirinê bidin destpêkirin û dîktatoriya xwe ava bikin."
Alici ragihand, ji bo pêşî li dîktatoriyê were girtin, wezîfe dikeve ser milê her kesî û got, "Eger di referandûmê de dengê 'NA' bi ser bikeve, ji aliyê esasî ve wê li Tirkiyeyê zêde tiştek neguhere, wê şoreş nebe lê belê encameke bi vî rengî wê moralê eniya neteweperest û olperestan qels bike. Wê nema karibin bêjin 'gel li pişt me ye'. Bi dîtina min ev gelekî girîng e."
Hevserokê Komeleya Çand û Piştgiriyê ya Gelan Hasan Alici destnîşan kir, eger di referandûmê de dengê 'NA' bi ser bikeve wê derbeke mezin li AKP û MHP'ê bikeve û AKP a ku bi zorê welêt bi rê ve dibe, ji hev bikeve.
Alici hişyarî da, ku AKP ji bo pêşî li têkçûneke bi vî rengî bigire wê serî li her şêwe hîle û sextekariyê bigire û der barê rewatiya referandûma di nava Rewşa Awarte de wiha axivî:
'LI TIRKIYEYÊ DÎKTATORIYEKE SIVÎL HEYE'
"Weke mirovekî 12'ê Îlonê dîtiye, dikarim bêjim ku pêkanînên îro ji pêkanînên dîktatoriya leşkerî xerabtir in. Leşkeran hinekî din xwe vedigirtin, ku hinekî din zêdegaviyê bikin wê gel li ber rabe. Tevî ku gelekî zilm kirin jî, hevsengî ji nedîtî ve nedihatin. Di nava AKP'ê de hevsengî nîne. Li holê niha dîktatoriyeke sivîl heye ku pişta xwe dide desteka ji sedî 50 ya hilbijêran. Ji ber piştgiriya girseyî AKP bi rengekî bêperwa tevdigere. Artêşa xwe ava dike. Rêveberên AKP'yî girseyî teşwîq dikin, ku rahêje çekan. Hêzên xwe yên milîs ava dike. Ev hemû gelekî xetere ne. Pêkanîna referandûmê di nava van şert û mercan de, nepêkan e ku demokratîk be."
Alici ragihand, Erdogan ji bo sîstema xwe ya Îslamî û neteweperest pêk bîne, qonax bi qonax hewl dide hemû astengiyan ji holê rake.
'DIVÊ EM HÊVIYA XWE ZÊDE BIKIN'
Alici ji bo referandûmê jî gotina Sirri Sureyya Onder bibîr xist, ku Onder gotibû, 'Ji bo em dengê 'NA' bidin, 31 mîlyon sedemên me hene' û wiha dewam kir: "Her wiha dayîna dengê 'NA' bi tena serê xwe têrê nake. Divê em hêviya xwe zêde bikin. Di serî de HDP lazim e her kesên dengê 'NA' diparêzin, lazim e bi rengekî vekirî ji girseyan re eşkere bikin bê ew siberojeke çawa dixwazin."
Alici ragihand, pirsgirêka bingehîn a welêt pirsgirêka Kurd e û destnîşan kir, heta pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, li Tirkiyeyê jiyana kesî ewle nabe.
SWÊD WÊ JI DÎKTATORIYÊ RE BÊJE 'NA'
Alici bibîr xist, ku Komeleya Piştgiriyê di nava Platforma Na ya Swêdê de cih digire û der barê referandûma 16'ê Nîsanê de ku wê dengdana li Swêdê di 8-9'ê Nîsanê bê kirin got, "Mirovên li li Swêdê di nava rewşeke demokratîk de dijîn, dizanin ku eger rêveberî radestî şexsekî were kirin wê ev yek rê li ber dîktatoriyê veke. Yên destek dane AKP'ê jî dibînin ku rejîma hewl tê dayîn bê avakirin rê li ber çi felaketê veke. Ji ber vê yekê wê Swêd di vê referandûmê de bi xurtî li ber dîktatoriyê rabe û bêje 'NA'."