Erdogan ji bo hilbijartinên herêmî peyama darbeyê da
Serokomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, gef xwar ku di hilbijartinên 2019’an ên herêmî de wê dîsa qeyûman li ser şaredariyên Kurdistanê bide ferzkirin.
Serokomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, gef xwar ku di hilbijartinên 2019’an ên herêmî de wê dîsa qeyûman li ser şaredariyên Kurdistanê bide ferzkirin.
Erdogan li Kizilcahamamê tevlî merasîma vekirineke giştî bû û li vir di axaftina xwe de di derbarê hilbijartinên ku tê payên wê Adara 2019’an bên kirin de got, “Heke ev kesên tevlî terorê bûyî bên hilbijartin, demildest em ê qeyyûman erkdar bikin û ji wan bistînin.”
BI REJÎMA ERDOGAN RE TI REWABÛNA HILBIJARTINAN NEMA
Vê daxuyaniya Erdogan kir ku ji niha de ti rewabûna hilbijartinên xwecihî yên 2019’an nemîne. Hilbijartinên giştî jî di bin şert û mercên Rewşa Awarte yên faşîzan de pêk hatibûn. Di van mercên ku hevrikiya adilane, pîvanên dewleta hiqûqê, azadiya ragihandin û vegotinê bi giştî ji holê hatî rakirin de partiyên siyasî ji nû ve xwe ji bo hilbijartinê amade dikin. Rejîma AKP’ê tenê di du salên dawî de 93 hevserokên şaredariyan ji peywirê xistibûn û şaredarî desteser kiribûn.