Erdogan: Ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdana nivîskî nehatiye
Erdogan: Ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdana nivîskî nehatiye
Erdogan: Ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdana nivîskî nehatiye
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan got: “Ji bo li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin serlêdana nivîskî nehatiye kirin”.
Erdogan beriya civîna koma partiya xwe bersiv da pirsên rojnamevanan.
Erdogan da zanîn ku ji bo şandeya ku dê biçe Îmraliyê li gel Wezareta Dadê ya Tirk tu serlêdaneke nivîskî nehatiye kirin.
Erdogan derbarê kesên ku biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin de got: “Heta serlêdaneke fermî neyê kirin, em nikarin vê yekê binirxînin.”
Erdogan beriya niha peyam dabû ku ew destûr nadin ku hin rayedarên BDP’ê û KCD’ê biçin Îmraliyê.
Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî bersiv da bû daxuyaniyên Erdogan û dabû zanîn ku ew ê di vê mijarê de bi xwe biryarê bidin.