Erdogan: Heyet dibe ku vê hefteyê biçe îmraliyê

Erdogan: Heyet dibe ku vê hefteyê biçe îmraliyê

Serokwezîrê tirk Recep Tayyîp Erodgan, der barê çûyîna Îmraliyê ya k udi rojevê de ye wiha got: “Dibe k udi nava vê hefteyê de pêk were. Hevalên min  yên têkildar xebatên xwe dimeşînin.
Erdogan kut evi civîna partiya xwe ya AKP MKYK’ê bûn, di derketina Navenda Giştî ya AKP’ê de pirsên rojnamegeran bersivand.
Erdogan der barê çûyîna heyetê ya Îmraliyê de ev tişt gotin: “Dibe k udi nava vê hefteyê de pêk were. Hevalên min yên têkildar xebatên xwe dimeşînin.  Ger din ava vê hefteyê de nebe jî dê hefteya pêş me de pêk were. Yanî dê pêk were. Di vê mijarê de hêj serlêdaneke ji bo Wezareta Dadê ne mijara gotinê ye. ew serlêdan dê bên kirin. me rêgezên xwe dane holê. Di çarçoveya van rêgezên me de du an jî sê kes dê bên şandin.”