Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ku li Elmanyayê ye, wê serdana bîrdariya goriyên şer û dîktatoriyê ya bi navê 'Neue Wache' bike.
DAYIKÊN ŞEMIYÊ: DERBÊ LI ME DIXIN LÊ...
Dayikên Şemiyê 700 heftî ji bo aqûbeta nebediyan bipirsin û berpirs werin darizandin li Meydana Galatasarayê bang li hikûmeta Tirk kirin lê ev 5 heftî ne çalakiya wan tê asteng kirin, derbarê danîna çelengê ya li bîrdariyê ya ji hêla Erdogan ve daxuyanî dan.
Dayikên Şemiyê li ser Twîtterê daxuyanî dan û gotin, ''Di rewşeke wiha de ku li Stenbolê polîs derbên giran li Dayikên Şemiyê dixin, Erdogan wê çelengê deyne li ber bîrdariya goriyên şer û dîktatoriyê ya bi navê 'Neue Wache' ,ku li kolana Unter den Lîndeyê ye û taswîra dayikeke wiha dike ku kurê xwe yê mirî hembêz kriiye. Em ê ji bîr nekin.''