Erdogan: Bila bixebitin û benda hilbijartinê derbas bikin!

Erdogan: Bila bixebitin û benda hilbijartinê derbas bikin!

Civîna Serokwezîr Erdogan a bi Şandeya Aqilmendan bi dawî bû. Derket holê ku Erdogan di civînê de behsa projeyên li ser pêvajoya çareseriyê nekiriye. Erdogan ê got "der heqê zimanê dayikê de ti xebatên me tineye" da xuyakirin ku benda hilbijartinê wê danekeve. Erdogan ragihand ku xebatên çêkirina qereqol û bendavan jî wê dewam bikin.

Civîna Şandeya Aqilmendan a bi Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan re bi dawî bû. Dihat payîn ku civîn heta saetên dereng dewam bikira, lê Erdogan bi gotina "bernameyeke me ya din heye" bi tenê mafê axaftinê da serokên şandeyan.

Li gorî agahiyên ANF'ê bi dest xist, Erdogan behsa mijara vekişîna gerîla kiriye û gotiye, bi tenê ji sedî 10.15 yê gerîla vekişiyane, hebûna yên mayî rê li ber tengaviyê vedike. Erdogan îddîa kir ku li hin herêman gerîla dest danîne ser hin kesan.

ERDOGAN: EMÊ ÇÊKIRINA QEREQOLAN DEWAM BIKIN!

Erdogan bi mijara çêkirina bendavan, axaftina xwe dewam kir û îddîa kir ku çêkirina qereqolan bi polîtîkayên "ewlekarî" leşkerî ve ne eleqedar e. Erdogan di vê mijarê de anî ziman ku ji ber guhetinên li ser polîtîkayên avê yên navnetewî, bi demê re çêkirina bendavan wê zehmet bibin lewma wan lez dane xebatên xwe yên çêkirina bendavan. Erdogan îddîa "Eger em çê nekin, Tirkiye wê pirsgirêka avê bijî" derxist pêş û rexneyên li ser çêkirina qereqolan jî bersivand. Erdogan got, "Divê em qereqolan çê bikin. Pirsgirêk ne tenê pirsgirêkek navxweyî ye, ji ber bûyerên gengaz ên li Sûriye, Îran û Iraqê, hem ji bo ewlekariya sînor hem jî li dijî pirsgirêkek navxweyî ya dema pêş, divê em çêkirina qereqolan dewam bikin."

" DER HEQÊ ZIMANÊ DAYIKÊ DE LI DESTÛRA BINGEHÎN XEBATEKE ME TINEYE"

Erdogan li ser mijara perwerdeya Kurdî jî got, "Der heqê zimanê dayikê de li destûra bingehîn xebateke me tineye. Zimanê yekane yê fermî Tirkî ye, ji xwe me Kurdî weke dersa hilbijartî dan." Erdogan der barê pergala cerdevaniyê de diyar kir, ku wan cerdevanên nû negirtine, yên temên wan mezin bûye hatine teqawitkirin û yên din jî wê li saziyên dewletê werin bicihkirin."

"PAKÊTA ME YA REFORMAN TINEYE: BILA BIXEBITIN Û BENDÊ DERBAS BIKIN

Erdogan di civînê de der heqê pêvajoya çareseriyê de anî ziman ku pakêteke wan a reforman tineye û got, "Xebatên me yên reforman dewam dikin, lê hînê pakêteke me tineye." Erdogan helwesta xwe ya neyînî ya li ser benda hilbijartinê dewam kir û got, "Ti planeke me ya daxistina benda hilbijartinê qet tineye. Bila bixebitin û bendê derbas bikin."

Erdogan da xuyakirin ku ewê raporên Şandeya Aqilmendan li ber çavan bigirin û ev xebatên hatine meşandin veguherîne pirtûkekê û bi raya giştî re parve bikin.