Erdal Eren li ser gorê hat bibîranîn

Erdal Eren li ser gorê hat bibîranîn

Endamên ciwanên EMEP'ê di 32'emîn salvegera darvekirina Erdal Eren ê di 12'ê Îlonê de ji aliyê dadgeha dewletê ve temenê wî hate mezinkirin û hate darvekirin, li ser gora wî merasima bîranînê pêk anî.

Erdal Eren, di 25'ê Îlona 1964'an de li navçeya Şebînkarahîsar a Gîresûnê ji dayik bû. Di temenê salên xwe yê lîseyê de beriya salên 1980'an li gel gelek ciwanên cepgir di nava têkoşîna şoreşê de cih girt.

Eren, Di çalakiyên kuştina xwendekarê Zanîngeha ODTU û endamê Komeleya Ciwanên Demokrat û Welatparêz (YDGD) Sînan Suner ya di 2'ê Sibata 1980'an de li gel 24 hevalên xwe hatin binçavkirin û bi îdîaya Zekeriya Onge kuştiye ji aliyê dadgehê ve hate kuştin.

Di merasima bîranînê de endamê ciwnen EMEP'e, Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, Parlamenterê CHP'ê yê Îzmirê Mustafa Moroðlu, Parlamantera Manisa Sakine Oz, Federasyona 78'an a Şoreşger, Komeleya Piştevaniya 68'an a Enqereyê, endamên ÝHD û gelek welatiyên din li ser gora Erdal Eren kom bûn.

Komê li ser gorê pankarta "Em ji bo Emperyalist û hevkarên wan namirin û nadin kuştin. Erdal Eren, Sînan Suner, Ercan Koca… di têkoşîna me ya kar, ked û aştiyê de dijî û dê bijî" vekirin. Komê dîsa wêneyên Erdal Eren vekirin û bê navber sloganên "Erdal nemir e" berz kirin. Komê piştî rêzgirtinê axaftin kirin.

Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, diyar kir ku polîtîkayên AKP'ê yên li ser ciwanan nehatiye guhertin û wiha got:"Duh Erdal îro Ugur Kaymaz, Ceylan Onkol. Roboskî hatin qetilkirin." Piştre Olgun Dursun, nameya malbata Erdal Eren xwend. Piştî axaftin û xwendina nameyê komê qurnefil danîn ser gora Eren û belav bûn.

Li aliyê din xwendekarên Zanîngeha Çukurova jî xwestin Erdal Eren bibîr bînin. Lê rayedarên zanîngehê destûr nedan ku belgefîlma bi navê "Piştî 17 'an doza Erdal Eren" be pêşandan û deriyê anfiyê li xwendekaran neda vekirin. Xwendekaran astengiya zanîngehê bi dawuyaniyê şermezar kir.