Erbaş: Divê em bingeha çetebûyînê bibînin

Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Erbaş diyar kir ku divê bingeha siyasî ya ku çetebûyîn li ser ava bûye were dîtin û got, "Heta ku rastiya şer neyê dîtin, cewhera van têkiliyan nayê fêhmkirin."

Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê parêzer Dogan Erbaş diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bal kişandiye ser çetebûna dewletê û bi bîr xist ku timî destnîşan kiriye; heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, şerê li dijî gelê Kurd dewam bike wê rêxistiniyên li derveyî hiqûqê jî dewam bikin.

Dogan Erbaş ji ANF'ê re axivî, bal kişand ser mikurhatinên Sedat Peker û anî ziman ku li gel hewldanên nixumandinê yên medya desthilatdariyê jî li Tirkiyeyê bûye rojev. Erbaş got, "Me, hêzên cuda yên muxalîf demeke dirêj bû qalê dikir ku rêxistinên sûc ên qirêj ava bûne, dewlet hevkariyê bi van re dike û ji bo tepisandina Tevgera Kurd û hêzên muxalîf kiryarên (Kontrgerîla, JÎTEM, Rewşa Awarte, şewitandina gundan) hatine kirin. Ev rewş, mikurhatinên vî şexsî bêqîmet nake, ji ber ku ji hundir diaxive. Dibêje 'Me kir'. Yên ku ku li nava bloka desthilatdariyê, li nava desthilatdariya AKP'ê cih girtin dem û cih diyar dike û bi vî rengî eşkere dike. Mîna polîtîkayên dewleta Tirk ên di şerê Sûriyeyê de, çekên ji bo El Nûsra hatine şandin, bazirganiya qirêj a bi rêyên neqanûnî hatine kirin... Em niha li qirêjiya demekê temaşe dikin ku li naverastê ye. Di şer de ku ji ber neçareserkirina meseleya Kurd dewam dike, eşkere bû ku dewletê li pişt perdeya legal, amûra şerê taybet û koma çete ava kiriye û ji bo fînansmanê jî bazirganiya narkotîkê kiriye."

JI ÎTTÎHAT Û TERAKKÎ HETA JÎTEM'Ê

Dogan Erbaş anî ziman ku ev hemû encama siyaseta dewletê ya li derveyî civakê ye û bi bîr xist ku siyaseta qirêj xwedî rabirdûyeke dîrokî ye. Erbaş got, "Dikare qala pêvajoyekê bê kirin ku ji Îttîhat û Terakkî bê kirin. Mîna Teşkîlati Mahsûsa ku rêxistiniyeke taybet a Îttîhat û Terakkî ye, di dema raperîna Kurdan de li derveyî leşker û artêşa dewletê komên paramîlîter hebûn. Ji sala 1984'an û pê ve bi endametiya Tirkiyeyê ya li nava NATO'yê re, rêxistiniyên taybet hebûn ku li gorî sîstema neteweyî ya wê demê weke gladiyoya NATO'yê dihate pênasekirin. ji hilweşîna Sowyetan û pê ve welatên ku rêxistiniya gladiyoya NATO'yê lê bûn, bi rê û rêbazekê xwe paqij kirin, lê li Tirkiyeyê ma. Ji Daîreya Şerê Taybet heta JÎTEM'ê, bi navê cuda jî be dewam kir. Piştî salên 1980'î li Kurdistanê sûcên giran hatin kirin, ku bi şerê taybet re gund hatin şewitandin, mirov bêdaraz hatin qetilkirin. Ji bo vê jî pêwîstî bi rêxistiniyeke taybet hebû."

ABDULLAH OCALAN QALA VÊ ÇETEBÛYÎNÊ DIKIR

Erbaş ku parêzerî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re jî kir, bi bîr xist ku Abdullah Ocalan ji salên 1990'î û vir ve li ser têkiliyên rêxistiniya dewletê, dewlet û desthilatdariyê tespît kirine û wiha dewam kir, "Ji sala 1990'î ve Ji sala 1990'î ve Abdullah Ocalan neyekser jî be bi dewleta Tirk re hewl da têkiliyê deyne, kete nava hewldanên diyalog û çareseriyê. Diyar dikir ku dema dewlet derkeve derveyî hiqûqê wê komên paramîlîter weke amûra şerê taybet bikeve dewrê. lewma qala çetebûyîn û çetetiya dewletê dikir. Di pêvajoya Îmraliyê de jî timî destnîşan dikir ku divê dewlet bala xwe li ser demokrasiyê be. Diyar dikir ku dewlet ji aliyê avanî ve nikare demokratîk bibe, lê belê li pêşberî pêşketina tevgerên siyasî û civakî dikare bêalî bimîne; lewma aliyê xwe yê dijberiya li demokrasiyê dikare bê kêmkirin û bi vî rengî meyla xwe biçe ser demokrasiyê. Di nirxandinên xwe yên salên 90'î de timî qala çetebûyînê, metabûyîna hiqûqê û tasfiyekirina hiqûqê dikir. Ev yek jî bi şerê li dijî Kurdan, bi konsepta înkar û tunekirinê ve digrê dida. Yanî destnîşan dikir ku heta pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, şerê li dijî Kurdan dewam bike, wê rêxistiniyên li dijî hiqûqê û antî demokratîk jî dewam bikin."

Dogan Erbaş destnîşan kir ku divê bingeha siyasî ya ku komên mafya û çete li ser ava bûye bê dîtin û got, "Heta ku rastiya şer ê ji ber neçareseriya pirsgirêka Kurd dewam dike û amûrên wê yên şer neyên fêmkirin, rastiya van têkiliyan nayê fêhmkirin."

Dogan Erbaş got, "Ya ku di şer û neçareseriyê de israr dike, ew îrade ye ku tecrîdê dewam dike. Lewma ya ku bingehê dide komên mafya û amûrên şer ên li derveyî qanûnan, heman nêzîkatiya siyasî ye. Bidawîbûna şer jî bi pêkanîna çareseriya demokratîk, bi rakirina tecrîdê dibe. Heta ku tecrîd dewam bike, ev avaniyên antî demokratîk wê dewam bikin."