Enternasyonalîst: Em ê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin

Ji enternasyonalîstan Serhildan ê Emerîkî û Kemal ê Rûsî ji ANF'ê re gotin ku wê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin.

Enternasyonalîst Serhildan diyar kir ku ji bo tevlî şoreşa li Rojava bibe di Cotmeha 2017'an de hat Rojava û destnîşan kir ku ew tevlî parastina Efrînê ya li dijî dagirkeriya Tirk bû. Serhildan ragihand ku li Dêra Zorê tevlî şerê li dijî çeteyan bû û got, destpêkê der barê têkoşîna Kurdan zêde agahiya xwe nebû, lê belê piştre hîn bû ku ji bo welat û nirxên mirovahiyê şer dikin, lewma ew jî tevlî vê têkoşînê bû.

Serhildan anî ziman ku li dijî dewleta Tirk û çeteyên Îslamî yên radîkal ew bi rengekî xurt li ber xwe didin û berxwedana wan a li dijî dagirkeriyê didome.

KEMAL Ê JI RÛSYAYÊ: JI BO PIŞTGIRIYA GEL BIKIM HATIM

Kemal jî ku enternasyonalîstekî ji Rûsyayê ye got, "Ji bo piştgiriya gelê ku li vir şer dike hatim. Di vî şerî de yekemcar tevlî şer dibim. Vegotina vê yekê zehmete. Sedema bingehîn a hatina min a vê deverê jî êrişa Tirkiyeyê ya li dijî sivîlane."

Kemal destnîşan kir ku êrişa Tirkiyeyê ya bi çeteyên xwe li dijî Rojava di heman demê de destwerdana li karên navxweyî yê welatekî cuda ye.

Serhildan jî destnîşan kir ku wê li her qadê li dijî Tirkiyeyê û çeteyên wan têbikoşin.