Engel: Biryara li Elmanyayê bêhikm e

Parlamentera Partiya Çep a Eyaleta Thurîngenê Katî Engel got, "Biryara Dîwana Dadmeniyê girîng e û baş e. Kesên ku di navbeyna salên 2014-2017'an de têkilî PKK'ê doz li wan hatî vekirin, ji bo ku ev doz bikevin dikarin serlêdana xwe bikin."

Piştî ku Dîwana Dadmendiyê ya PKK'ê biryar li ser da ku neheqî û nehiqûqî ye ku PKK di lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê de be, nîqaş çêbûn. Tê meraqkirin ku ev biryar wê çawa bandorê bi hezaran mirovî bike, ku ji ber qedexeya li ser PKK'ê hatine mexdûrkirin. Parlamentera Partiya Çep a Eyaleta Thurîngenê Katî Engel li ser mijarê ji Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî.

MEXDÛRÊN 129B DIKARIN ÎTÎRAZ BIKIN

Engel diyar kir, biryar girîng e û ji bo ku mexdûrên 129b deriyekî vedike, mirov bi vê biryarê dikare îtîrazê li cezayên hiqûqî bike.

Parlamentera Partiya Çep Katî Engel li ser biryara Dîwana Dadmendiyê, ku hikim kiribû divê PKK ji lîsteya 'terorê' ya 2014-2017'an were derxistin, got, kesên ku di navbeyna 2014-2017'an de têkilî qedexeya li ser PKK'ê doz li wan hatiye vekirin ji bo ku doz bikeve dikarin îtîraz bikin.

'EM Ê NEHÊLIN KU ME BIPIRNISÎNIN'

Engel diyar kir, diviya qedexeya li ser PKK'ê ya ku ev 25 sal in didome, nebûya, diviya demildest rabûye û got, "Tiştekî pir sosret e ku mirov ji PKK'ê re 'rêxistina terorê'' bêje û divê demildest dawî li vê were. Em Partiya Çep, her car em li cem tevgera Kurdan in, ev ê her dem bidome. Em ê nehêlin ku hûn em bipirnisin û em ê nehêlin ku me ji hev qut bikin."

PKK TEVGERA AZADIYÊ YE

Engel da xuyakirin ku zexta li ser Kurdan û dostên wan gelek caran di çapemeniyê de nayê dîtin û got, "Gelek kes têne girtin, azadiya derbirîn û çapemeniyê tê sînordarkirin, bi ser malan de digirin, ev ne dikeve rojevê ne jî çapemeniyê. Divê êdî dawî li qedexeya li ser PKK'ê were."

Engel her wiha got, "Dema wê ye ku em nîşan bidin PKK tevgera azadiyê ye" û domand, "Divê were fêhmkirin ku tevgereke mîna me ye ku ji bo cîhaneke bi aştî, hevgirtî û baştir têdikoşe."

BI NEHEQÎ DI LÎSTEYÊ DE HATE HIŞTIN

Parlamenter Katî Engel her wiha got, piştî biryara Dîwana Dadmendiyê biryareke siyasî ye ku PKK hê jî di 'lîsteya terorê' ya Yekîtiya Ewropayê ya 2018'an de ye û li ser biryara Dîwanê got, ev nîşana wê ye ku PKK têkoşîneke mafdar û meşrû dike û bi neheqî bi salan di lîsteya terorê de hatiye hiştin

BIRYARÊN LI ELMANYAYÊ JÎ TI HIKMÊ WAN NEMA

Engel diyar kir divê biryara Dîwana Dadmendiyê ji bo Elmanyayê jî encamên xwe hebin û got, "Kesên ku li Elmanyayê di navbeyna 2014-2017'an de têkilî PKK'ê doz li wan hatî vekirin ji bo ku ev doz bikeve dikarin serlêdana xwe bikin.

Engel got, piştî biryara Dîwanê, têkilî hemû kesên ku bi 129b têne darizandin an jî li ber darizandinê ne, bi sedema ku hikmê darizandinê nemaye dikarin îtîraz bikin.