Endamên MÎT'ê yên tevlî êrîşa li dijî Şengalê bûn ketin rojeva Meclîsê
Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca, hebûna endamên MÎT'ê di nava çeteyên êrîşî Şengalê kirin de, xist rojeva Meclîsê.
Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca, hebûna endamên MÎT'ê di nava çeteyên êrîşî Şengalê kirin de, xist rojeva Meclîsê.
Der barê hebûna 21 endamên MÎT'ê di nava çeteyên PDK-AKP'ê yên êrîşî Xanesorê kirin de, Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Ûca pêşniyar pirsek pêşkêşî Meclîsê kir.
Ûca ji Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû xwest bersiva van pirsan bide:
"1- Di êrîşa 3'ê adara 2017'an de, ku li dijî bajarokê Êzidiyan Xanesorê yê Şengalê hat kirin, rast e ku 21 endamên Rêxistina Îstîxbarata Millî (MÎT) di nav de hene? Eger ev îdîa rast be, çend endamên MÎT'ê tevlî vê êrîşê bûne?
2- Ev endamên MÎT'ê yên ku tê îdîakirin tevlî êrîşê bûne, rast e ku endamê koma bi navê Hêzên Zomar e?
3- Di navbera koma çekdar a bi navê Hêzên Zomar û MÎT'ê de têkiliyeke çawa heye?
4- Hêzên Zomar ji kê pêk tên? Rast e ku di nava Hêzên Zomar de endamên MÎT'ê hene?
5- Rast e ku koma çekdar a bi navê Hêzên Zomar ji aliyê Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û Rêxistina Îstîxbarata Millî (MÎT) ve hatine perwerdekirin?
6- Eger ev îdîa rast bin, Hêzên Zomar kengî û li ku ava bûne? Hêzên Zomar bi kîjan armancê hatine avakirin?
7- Eger rast e ku koma çekdar a bi navê Hêzên Zomar li gundê Eyn El Fîras ê Mûsilê bi cih bûye, wê demê armanca bicihbûna wan çi ye?
8- Kê biryar daye ku koma çekdar a bi navê Hêzên Zomar ku tê gotin 21 endamên MÎT'ê di nav de ne, êrîşî bajarokê Xanesorê yê Şengalê bikin?"