Endamên KESK’ê serdana sifreya fitarê ya malbata Şenyaşar kir

Endamên KESK’ê fitara xwe bi malbata Şenyaşar re vekirin ku li ber Edliyeya Rihayê têkoşîna edaletê didin.

Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya Malbata Şenyaşarê di roja 735’an de berdewam dike.

Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar çalakiya xwe heya wextê fitarê domandin. Sendikayên girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Cameweriyê (KESK) ên Rihayê serdana Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşarê kirin û bi hev re fitara xwe kirin. 

‘EM Ê BI HEV RE BÊ EDALETIYÊ DERBAS BIKIN’ 

Di serdanê de Hevserokê şaxên KESK’ê Mahmût Bînîcî axivî. Bînîcî diyar kir ku têkoşina edaletê ya malbata Şenyaşarê dê rojekê encam bigre û wiha got: "Em bi hêvî ne ku pêkhatina edaletê jî nêz e. Em ê bi piştevaniyê ji heq van rojên biêş derkevin û piştgiriya têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşarê bikin. Em ê bi hev re vê bê edaletiyê derbas bikin. Ji bo siberijê bûyereke wiha çênebe, em vê têkoşîna malbatê pîroz dikin û ji bo wan doza edaletê dikin." 

Ferît Şenyaşar jî ji bo serdanê spasiya KESK'ê kir û got: "Me ji bo edaletê daxwaz ji desthilatê jî kir, lê pêk nehat. Lê em bawerin ku ger desthilat biguhere wê edalet pêk were."