Endamê meclisê yê AKP’î derbasî DBP’ê bû
Endamê meclisê yê AKP’î derbasî DBP’ê bû
Endamê meclisê yê AKP’î derbasî DBP’ê bû
Endamê Meclisa Şaredariyê yê AKP’î yê Îpekyolê Hakki Cemal derbasî DBP’ê bû.
Hakki Cemal yê di hilbijartinên 30’ê Adarê de li navçeya Îpekyol a Wanê endamê Meclisa Şaredariyê yê AKP’î hat hilbijartin, derbasî DBP’ê bû. Bi sedema derbasbûna DBP’ê ya Cemal li avahiya DBP’ê daxuyaniyek hat dayîn û endamê DBP’ê Ramazan
Yildiz,serokê DBP’a Wanê Musa Îtah, hevşaredarên Îpekyolê Aygul Bîdav û rêveberên DBP’a Îpekyolê tevli civînê bûn.
Musa Îtah mafê gotinê girt û got: “Hêviya me eve ku ev nêzîkatiya hevalê Hakki Cemal di nava partiyê de rê vebike. Niha gelek hevalên me yên din jî dixwazin derbasî DBP’ê bibin. Em bang li wan jî dikin ku vegerin partiya xwe. Em wan vexwendiyê partiya xwe dikin. Deriyê partiya me ji her kesî re vekiriye.
Hakki Cemal jî mafê axaftinê girt û diyar kir ku komkujiyên li dijî Roboskê, Şengal û Rojava wijdana min nerehet kir û got: “Ji ber vê yekê min biryar da ku ez vegerim partiya xwe. Ez vegeriyam nasnameya xwe. Ez bangli hemû Kurdên ku di AKP’ê de siyasetê dikin, dikim ku vegerin partiya xwe.
Pitşî axaftina şaredariya Îpekyolê Aygul Bîdav rozeta Hakki Cemal pêve kir.