Endamê DAÎŞ’ê yê ku li Elmanya plana êrîşê dikir hate girtin

Hate ragihandin ku endamekî DAÎŞ’ê yê ku plana êrîşa bi wesayitê li Karlsrûhe yê Elmanya girêdayî hate binçavkirin.

Dozgeriya Federal bi daxuyaniyekê diyar kir ku welatiyê Elman ê 29 salî yê bi navê Dasbar W. hatiye binçavkirin.

Diyar bû ku Dasbar W. van du salên dawî li ser înternetê propagandaya DAÎŞ’ê kiriye, havîna2015’an çûye Iraqê tevlî nav çeteyan bûye, çete her wiha li ser êrîşeke pêkan a li Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê agahî berhev kirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin endamê DAÎŞ’ê li Elmanya vegeriyaye û plana êrîşê girêdaye û dikir ku li Karlsrûhe Schpossplatzê bi wesayitekê êrîşê bîne. Tê gotin Dasbar W. ji Tebaxê ve li derdora qadê keşf dikir.

Par van deman çeteyê bi navê Anîs Amrî li Berlînê êrîşek pêk anîbû û di vê êrîşê de 13 kes miribûn, girtina Dasbar W. nêzî salvgera komkujiyê pêk hat. Diyar bû ku W. Ji hêla Rêxistina Parastina Destûra Eyaletê ya Baden-Wurttembergê ev bi mehan e tê şopandin û îro wê wî derxînin ber dadgeh.