Encu: Em bi faîlên Roboskî nas dikin
Rûniştina doza Parlamenterê HDP'yî Ferhat Encu pêk hat. Encu xwest tevlî rûniştinê bibe, lê dadgehê di SEGBÎS'ê de israr kir.
Rûniştina doza Parlamenterê HDP'yî Ferhat Encu pêk hat. Encu xwest tevlî rûniştinê bibe, lê dadgehê di SEGBÎS'ê de israr kir.
Piştî komkujiya Roboskiyê, roja 31'ê Kanûna 2011'an qeymeqamê Tirk ê li Qilabanê Naîf Yavûz çûbû Roboskî û ji ber ku gel nerazîbûn nîşanî wî da, der heqê 31 kesî de bi îdîaya 'li Yavûz dane' doz hatibû vekirin. Yek ji kesên ku doz ji ber vê sedemê hate vekirin Parlamenterê Şirnexê yê HDP'yî Ferhat Encu ye. Rûniştina vê dozê îro li Amedê pêk hat.
Encu yê li Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê tê girtin, bi rêya SEGBÎS'ê tevlî rûniştinê bû. Bersûcên din li rûniştinê ne amade bûn, lê parêzerên wan tevlî bûn.
Encu bi rêya sîstema deng û dîmen (SEGBÎS) parastina xwe kir û bi bîr xist ku 28'ê Kanûna 2011'an ji ber bomberdûmana balafirên şer ên Tirk 34 kesan jiyana xwe ji dest dan, 17 jê zarok in.
Encu diyar kir ku duh salvegera vê bûyerê bû û got, "Ez careke din lenetê li wan kesên ku ev komkujî kirine û berpirsyariya wan di komkujiyê de hene dibarînim. Bi hesret mirovên ku jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînim. Em pê zanin bê ev komkujî ji aliyê kê ve hatiye kirin û kî berpirsyar e. Lê belê berpirsyar nehatine darizandin. Tevî vê yekê dosya hatiye girtin, rêyên hiqûqa navxweyî hatine girtin û rayedarên siyasî bi gotina 'qeza bû', 'bi nezantî hate kirin' hewl dan binixumînin. Dixwazim bêjim, şaş e ku ev bûyer ji bûyerên di wê şevê de qewimîn cuda bê nrixandin."
Encu di dawiya axaftina xwe de xwest, tevlî rûniştina din a dadgehê bibe, lê belê serokê dadgehê ev daxwaza Encu red kir.
Rûniştina dozê ji bo meha Adarê hat taloqkirin.