Encamnameya konferansa ‘Rola rojnamevanan a di stratejiya neteweyî de’

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi navê ‘Rola rojnamevanan a di stratejiya netewî de’ li ser qada dîjîtal konferanseke çapemenî û medyayê li dar xistibû. Encannameya konferansê hate weşandin.

Bi armanca li hevnêzkirina rojnamegerên Kurdistanê, şîrovekirina rewşa medyaya Kurdî û rola wê de, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) roja Şemiyê (16.01.2021) konferanseke dîjîtal organîze kiribû. Bêtirî sed rojnamevan, mamoste û şarezayên ragihandinê beşdarî konferansê bûn. Pêkanîna konferanseke bi vî rengî salek zêdetir e di rojevê de bû. Ji ber pandemiyê konferans bi derengî ma. Ji bo hîn derengtir nebe jî di nava şert û mercên pandemiyê de konferanseke dîjîtal hat lidarxistin.

Di encamnameya konferansê de ev tişt hate diyarkirin:

”Konferansê bi rêzgirtina ji bo pakrewanên ragihandinê yên bi dirûşmeya azadî canê xwe ji dest dan dest pê kir. Rewşa medyayê ya li çar hêlên Kurdistanê, rola wê ya danasîna doza Kurdistanê, demokratîzekirina civakê, derfet û astengiyên li pêş afirandina medyayek netewî û niştîmanî hatin gotûbêjkirin. Beşdarên konferansê ku ji çar hêlên Kurdistan û derveyî welat bûn, bi awayekî ji dil tevlî gotûbêjan bûn û bi nêrînên xwe konferansê dewlemend kirin. Di konferansê de nêrîn, helwest û pêşniyazên hevbeş derketin holê.

Di çarçoveya nêrîn û pêşniyazên hevbeş de ev xal weke helwesteke hevbeş hatin destnîşankirin;

- Hewil bê dayîn ku platformeke ji bo rojnamevanan bê damezrandin da ku li ser pirsgirêkên hevbeş yên Kurdistanê bi hev re kar bikin.

- Avakirina navendeke gotûbêjkirina xebatên ragihandinê.

- Piştevaniya medyaya azad bê kirin da ku bikare bi rola xwe ya gihandina doza Kurdistanê rabe û di kêşeyên navxweyî de azadtir bixebite.

- Divê karê rojnamegeriyê bi awayekî pisporî û objektîf bê kirin û prensîbên xebata rojnamevaniyê li ber çavan bên girtin.

- Pêwîst e rojnamevanên di girtîgehan de bên berdan.

- Ji bo rojnamevan bi awayekî objektîf û şareza bûyeran bibînin divê dezgehên pêywendîdar hêsankariyê bikin û zanyariyên pêwîst parve bikin.

-Divê bereya rojnamevanan zêdetir li ser wan herêman be yên ku êrîşên dagirker li ser wan hene. Her wiha lazim e êrişên navxweyî yên li ser maf û azadiyan jî bên dîtin.

-Pêwîste yek ji wezîfeyên sereke a rojnamegeran, pûçkirina dekûdolabên ragihandina şerê taybet a dagirkerên Kurdistanê be.

- Di nûçe û bûyeran de zimanekî hevbeş ku berjewendiyên netewî esas digire, bê bikaranîn.

– Divê ragihandin xwe dûrî zimanê sîstema baviksalar û cinsiyetperest bike.

- Her sal bi vê mebestê konferansek ji bo medyakar û rojnamegeran bê organîzekirin.

- Ji bo agahiyên ne zelal û şaş bandorê li rojevê nekin, pêwîst e aliyên pêwendîdar yên Kurdistanê şêwrê bi rojnamevanan re bikin.

- Karê rojnamevaniyê bi awayekî objektîv, pîşeyî, etîk û prensîban ji hêla rojnamevan û dezgehên ragihandinê ve bê parastin.

- Wezîfe û mafên rojnamevaniyê li Kurdistanê bi qanûnan bên destnîşankirin û rê li ber qanûnên li dijî mafê rojnamevanan bê girtin.

- Divê rojnamevan di sengerên lihevanînê de bin û nebin beşek ji gurkirina nakokiyên aliyan.

- Pêwîst e dezgehên ragihandinê bibin aliyê hevnêzkirina Kurdên li çar hêlên welêt û derveyî welêt. Divê tifaq û ewlehiya netewî biparêzin û nebin parçeyek ji projeyên dagirkeran.”