Encamnameya komxebata ji bo jinên bi zorê hatine desteserkirin

Encamnameya komxebata Platforma Tekoşîna Ji Bo Jinên Bi Zorê Hatine Desteserkirin hate eşkerekirin.

Platforma Tekoşîna Ji Bo Jinên Bi Zorê Hatine Desteserkirin, di 22’ê Îlona 2019’an de di qada mafê mirovan yê jinê de bi beşdarbûna çalakgerên femînîst, înîsîyatîf û gelek nûneran bi navê “73’emîn Ferman û Tekoşîna Jinên Azadîxwaz yên Êzidî” li Êlihê komxebatek li dar xist. Endamên Platforma Tekoşîna Ji Bo Jinên Bi Zorê Hatine Desteserkirin, OHD, TÎHV, Înîsîyatîfa HAK, KCD, Weqfa Koçê, Komeleya Jinan a Rosa, Şaredariya Êlihê, Mêrsîn TJA, DAD, DÎK, HDP, KADAV, TJA Êlih tevlî vê komxebatê bûbûn. Encamnameya vê komxebatê hate eşkerekirin.

Di encamnameyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Êzidî, di Rojhilata Navîn de yek ji civakên herî kevnar e û niştecihê bi deh hezar salan e ku li warên xwe Şengal û li hawirdora wê bi cih bûne û heta 73 ferman hatine serê wan. Komkujiya dawî ku di 3’ê Tebaxa 2014an de ji alî DAÎŞ’ê ve li Şengalê pêk hatibû.

Di 3’ê Tebaxa 2014’an de tiştên ku li Şengalê rû dan, li ber çavê hemû cîhanê di kamerayan de xuya bû û bi hezaran jin û zarok hê jî winda ne.

Di rapora Lijneya Taybet a Neteweyên Yekbûyî de hatibû ragihandin ya ku di Pûşpera 2016’an de hatibû amadekirin, ev tişt wekî ‘kolekirin, sirgunkirin, hepiskirin, êşkence, destdirêjî û tecawiz e’

1-Di 3’ê Tebaxa 2014’an de di êrîşa DAÎŞ’ê ya li ser Şengalê de, nêzîkî heft hezar jinên Êzidî bi darê zorê hatine desteserkirin û li ser esasê zayenda civakî rastî tundiya zayendparêziyê hatine. Ji van jinan, li dora 3 hezaran hê jî wenda ne.

2- Weke ku di nav demê de hejmareke zêde gorên komî derket holê, di van êrîşan de mêrên Êzidî û jinên temenê wan bi ser 40’î de ne tev bi awayekî komî hatine kuştin

3- Piştî êrîşa DAÎŞ’ê li derdora 250.000 Êzidî, ji warên xwe hatine kirin û neçarî koçkirinê bûne.

4- Platforma me, heta roja îro xwe gihandiye gelek jinên Êzidî hem di warê bavkalên xwe de, hem li hawirdorê cîhanê neçarî koçkirina cûr be cûr welatan bûne re hevdîtinan pêk aniye. Li ser esasê belge û encamê raporan, ev êrîş bi armanca civaka Êzidî ji binî ve tune bikin. Me ev tespît kir ku; ji bo jinan li ser esasê tUndiya zayendî û bi plîtîkayeke sîstematîk ya cihêreng ê Komkujiyan, bi awayekî xistine meriyetê. Weke ku di hemû Komkujî û şeran de jî xuya ye di 3’ê Tebaxê û piştî wê de; li ser zarok û jinan destdirêjî hatine kirin. Ligel vêya, ferdên malbatê hatine kolekirin, hemû cureyê îstîsmariyê û êrîşan li ser jinan pêk anîne, xistine meriyetê.

5- Jinên hatine desteserkirin û di pişt re hinek ji wan jinan jê rizgar bûne, piraniya van jinan; her çende jiyana xwe weke ‘didomînin’ xuya bike jî berê ku li Bosnayê de jî pêk hatibû bi mebesta “Nijadkujî” de encamê destdirêjiyan de zarokên ku hatine dinyayê, di navcCivakê de nayên pejirandin. Li gor daxuyaniyên Nûnerê Ola Êzidiyan; vêya ligel nêrîna civakê û baweriyê ku piraniya Êzdiyan lê dijîn di xaka Iraqê de ji ber zagonên wan in. Li gor zagonên heyî yê Iraqê, di encama destdirêjahiyê de be jî, ew zaroka ku were dinyayê li gor ola mêr tê dîtin û diyarkirin. Ev rewş di Civaka Êzidîyatiyê de pirsgirêkên ku derxe holê û li gor hesasiyeta pêkhatî divê girîngî jê re bê dayîn û “Nifş li ser mêr na, li gor beyana jinê were çareserkirin” ev jî yek ji qadên ku divê bi lezgînî weke zagonî li benda çareserkirinê ye.

6- Gelek Jin di pêvajoya desteserkirinê de zarokên wan ê çêbûne ji bo ji wan veneqetin, di Kampên ku endamên DAÎŞê tê de girtî ne de dihêlin an jî tên koçkirin, bi navbeynkariya bernameyên ‘Bicihkirina ji nû ve’ li welatên cuda neçarî penaberiyê dihêlin û bi vê awayî ji civaka xwe ji binî de tên qutkirin.

7- Jinên ku gihêştine azadiya xwe di encamê; destdirêjahiyan, kolekirinan, neçarî guhertina olekê di û hê gelek êrîşên li ser wan tên kirin de, bêguman rû bi rûyê nexweşiyên derûnî û fizîkî dimînin. Li ser navê dermankirina van pirsgirêkan wan dişînin welatên Rojava, polîtîkayên bicihkirinê jinan ji civaka wan dûr dikin û bi vî awayî travmaya ser jinê hê zêdetir û piralî dibe, ji ber van sedeman ji dermankirina wan û başbûna wan re dibin asteng.

8- Êzdiyên ku neçarî Koçkirina hemû deverê cîhanê wek; Ewrûpa, Evûstralya, Kanada bûne; di kampên lê dimînin de di bin şert û mercên pir giran, yên dermirovahî de dijîn; ji zimanê xwe yê zikmakî bêpar, ji ola xwe dûr, ji mafê perwerdehiyê û wek mirovan jînê bêpar in. Dîsa Êzidî, heyîna xwe ya çandî, kulturî û bawerîya xwe ku dijiyan ji wê erdnîgariya xwe bi giştî hatine qutkirin, li welatên lê dijîn de li ser navê “entegrasyonê” rû bi rûyê komkujiya çandî re dimînin.

9- Li gor vegotinên bi hezaran bûyeran, endamê van çeteyên cîhadîst /DAÎŞ’ê ku ji aliyê Hêzên Niştecih yên Heremê ve hatine girtin û gorên Komî, raporên otopsiyan, belgeyan de hatine diyarkirin ku ev komkujî pêk hatiye, bi erêkirina raya giştî û Hêzên Navneteweyî ve, an jî di encama çavlêgirtina/îhmalkirina van aliyan de pêk hatiye. Derketiye holê ku faîlên wan, ji Ewrûpa û ji gelek deverên din yê cîhanê tevlî vî Rêxistina Çeteyî û Cîhadîst bûne ne. Aliyê wan ê lojîstîk û fînansekirinê jî, ji aliyê welatên Cîranan ve hatiye temînkirin.

10- Ji bo zor û zextên li ser hemû Êzdiyan û ji bo Êzdiyên ku ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatine desteserkirin û zext û pêkutiyên dermirovahî li ser wan pêk hatine, hemû aliyên van pêkanînên dermirovahî derkeve holê û ji bo dadgehkirineke adilane û bi tendurust pêk were; divê van sûc û kiryarên pêk hatine werin pênasekirin, navê wan lê werin danîn û ew kes û dewletên ku li hember êrîşên DAÎŞ’ê li ser Êzdiyan temaşeker man, di serî de ew kesên alîkarî dane DAÎŞê û hemû sûcdar di Dadgeheke Serbixwe ya Navneteweyî de werin darizandin. Ger ev sûc û sûcdaran neyên darizandin û neyên cezakirin, wê ev sûcdar û faîlên van kiryaran, rêxistinan dê hê zêdetir cesaret bigirin û rê li ber êrîşên nû veke, gelan bixin hedefa van aliyan.

11- Komkujiya ku li welatên weke Rûanda û li Yûgoslavya rû dabû, ji bo sûcên li dij mirovahiyê pêk hatine werin cezakirin, bê bersiv nemînin bi lihevdukirineke hevpar, dadgehên demborî (ad hoc) hatin avakirin biryar hat dayîn û darizandin pêk hatiye. Bi taybetî Dadgeha Cezakirinê ya Navneteweyî ya Rûandayê de ku darizandinên hatine kirin de Komkujiya Destdirêjiyan yekem car hatiye pênasekirin û di piştre bi Peymana Navneteweyî ya Statu ya Romayê, li ser vî esasî tûndiya zayendî wek Komkujiya Taybet dîtiye û wek sûceke Navneteweyî hatiye pênasekirin. Di dîrokek nêzîk de; di doza Bemba, ya di Dadgeha Cezayî ya Navneteweyî de ji ber tûndiya ser zayendê sûcê şer û sûcê dijirovahî hat pejirandin û hat tewanbarkirin.

12- Neteweyên Yekgirtî, berpirsyarê komkujiya bi her cureyî ku li ber çavê hemû cîhanê li ser Êzdiyan pêk hat derxe holê ye. Banga me ye ku; Ji alî Konseya Ewlekarî ya Neteweyên Yekgirtî (BMGK) ve ji bo hemû bersûcan werin darizandin, divê bi lezgînî serlêdana Serdozgeriya UCM’yê bike û li gor şert û mercan, li ciyekî guncav di bin banê Dadgeheke Navneteweyî ya Cezayî de werin darizandin.

13- Komkujiya Êzdiyan, ya rastî Komkujiya Jinê ya taybet e. Di vê Komkujiyê de sûcên herî ber bi çav; li ser jinan destdirêjahiyeke sîstematîk, kolekirina jinê, eşkenceyên giran û hwd. cûr bi cûr pêkhatina êrîşan, bi vî awayî komkujiyeke berfirehî ya ser Jinan hatiye armanckirin. Ji ber vê divê hemû jinên cîhanê mudaxilê vê dadgehê bibin. Bi vê boneyê em banga xwe dubare dikin; hemû Rêxistinê Jinên li hawirdorê cîhanê ku hene em tev ligel hevdu li dijî sûcên Komkujiyan têbikoşin.

14- Faîlên van sûcan, di asta Heremî û bi taybetî jî di asta Navneteweyî de werin Darizandin. Ji ber ku ev Komkujiya li ser Zayendê, ya bi polîtîkayên sîstematîk pêk tên, ji bo îfşakirina/eşkerekirina vê referansa zayendperest ya baviksalarî, divê teqez jin hebin û divê dadgehên jinan werin avakirin bifikirin.

15- Van sûcên dijmirovahî ku rû dane, ji bo werin nasîn divê di her welatî de, li meclîsa van welatan de werin rojevê û li ser wan werin nîqaşkirin. Dîsa; ji bo rêxistinên girseyî yên neteweyî û navneteweyî di van waran de xebatên wan werin destekkirin. Ya herî girîng jî; li hember necezakirina van sûcdaran û neanîna rûqalî sûcên wan, lingekî girîng yê polîtîkayê ve jî daraz e, divê ev jî neyê jibîrkirin.

16- Rêxistinê Jinên cîhanê, Rêxistinên Hiqûqê û taybetî jî Baroyên vê heremê û hemû cîhanê di vî derbarî de berpirsiyarî bigirin ser xwe, lijneyekê ava bikin û divê li ser avakirina tora xebateke navneteweyî bifikirin.

17- 3’ê Tebaxê weke “Roja Çalakiya li dijî Komkujî û Kuştina Jinan ya Navneteweyî” were pejirandin.

18- Em bawer dikin ku Jinên Tirkiyeyê jî di vê bang û tekoşîna me ya hevpar de, bi şîara ‘Em ê Komkujiya ser Jinan Rawestînin, Jiyanê Azad bikin’ de xwedî derkevin.”