Encamên civîna Rihayê!

Du roj beriya destpêkirina Kongreya Sûriyeya Demokratîk li Rihayê civînek pêk hat. Civîn bi moderatoriya dewleta Tirk a bi rêveberiya AKP'ê hat lidarxistin. 15 eşîrên Tirkmen û Erebên Sûnî li hev civandin û Yekîtiya Eşîran ragihandin.

Du roj beriya destpêkirina Kongreya Sûriyeya Demokratîk li Rihayê civînek pêk hat. Civîn bi moderatoriya dewleta Tirk a bi rêveberiya AKP'ê hat lidarxistin. 15 eşîrên Tirkmen û Erebên Sûnî li hev civandin û Yekîtiya Eşîran ragihandin. Ji bo serokatiya Yekîtiya Eşîran Alî Envar El Bûrsan, ji bo alîkariya wî Ahmet Abbud, Cûxanî, Omer Dede û Enver Gtaf hatin wezîfedarkirin. Van şexsan dan xuyakirin ku ew ê li derdora Hesekê li hemberî YPG û PYD'ê têkoşîneke çalak bimeşînin. Bûyerên piştî vê daxuyaniyê qewimîn nîşan didin, ku ev yek ne tenê daxuyaniyek e.

BÛYERÊN PIŞTÎ CIVÎNÊ QEWIMÎN

Weke ku tê zanîn, di sala 2012'an de plana êrîşên li hemberî Serêkaniyê li Rihayê hatibû kirin. Derket holê ku di encama planên li Rihayê de êrîşên li hemberî Cizîr û Kobanê, di encama planên li Dîlokê hatin kirin de jî êrîşên li dijî Efrînê rû dan. Piştî vê civîna li Rihayê li Kantona Cizîrê hin rêze çalakî pêk hatin:

*Hefteye piştî civînê, êrîşa destpêkê li Til Temirê rû da. Bi sê wesayîtên bombebarkirî re li navenda bajarê Til Temirê êrîşek xwekujî hat kirin. 28 sivîlan jiyaan xwe ji dest dan, zêdeyî 50 birîndar bûn. Beşek ji kesên jiyana xwe ji dest dan Suryanî, beşek Asûrî û beşek jî Kurd bûn. Birîndar jî ji heman gelan bûn.

*Êrîşa duyemîn di 30'ê Kanûnê de li hemberî Asayîşa Girê Spî hat kirin. Komeke ji 5 kesan xwest di nava Asayîşê de êrîşa xwekujî pêk bîne. Du ji êrîşkaran bombeyên li ser xwe teqandin. Piştî teqînan şer destpê kir. Yek ji êrîşkaran bêyî ku firsendê bibîne bombeyên li ser xwe biteqîne, bi saxî hat girtin. 3 çete jî hatin kuştin. Gelê Girê Spî cenazeyên yên hatin kuştin dît. Nas kir ku kîjan ji kîjan gundî ye û beriya demeke kurt ji bo xebatê çûne Tirkiyeyê.

*Êrîşa sêyemîn li Qamişlo li hemberî du restorantên gelê Asûrî-Suryanî hat kirin. Ev êrîşî heman roja êrîşa li Girê Spî, hat kirin. Di navbera her du êrîşan de bi tenê du saet hebûn. Di vê êrîşê de 13 jê Asûrê bi giştî 18 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 30 sivîl birîndar bûn.

Her sê êrîş di nava 20 rojan de hatin kirin. Ev her sê êrîş piştî civîna eşîran a li Rihayê pêk hatin. Di daxuyaniya li ser navê Yekîtiya Eşîran hat dayîn de, sînyala van êrîşan hatibû dayîn.

BÛRKA EL FIRAT HIŞYAR KIRIBÛ

Bûrkan El Firat işaret bi xeteriya vê hewldanê kiribû. Bûrkan El Firat dabû xuyakirin, ku eşîrên di civîna li Rihayê de hatine civandin li herêmê xebatên xetere meşandine û xwestibû ku her kes hay ji xwe hebe. Lê belê hînê 10 roj di ser van hişyariyên Bûrkan El Firat re derbas nebûbû, li Girê Spî û Qamişlo êrîş hatin kirin.

ARMANCA ÊRÎŞAN

Her sê êrîş piştî pêngava Sûriyeya Demokratîk a ji hemû gel û baweriyên li Rojava, pêk hatin. Kongreya Sûriyeya Demokratîk a di 8'ê Kanûnê de li Dêrikê civiya û di 9'ê Kanûnê de encamên vê kongreyê hatin aşkerekirin. Pêkhatina van êrîşan heman piştî kongreyê nîşan didin ku hedef pêngava Sûriyeya Demokratîk e. Dema armanca van êrîşan tê nirxandin, hêzên li pişt êrîşan jî aşkere dibin. Di her sê êrîşan de Ereb, Kurd, Suryanî û Tirkmen hedef hatin girtin. Bi van êrîşan re mesaja 'eger hûn pirsgirêka Kurd çareser bikin, hûnê bibin hedefa min' ji Kurd, Tirkmen, Ereb û Suryaniyan re hatiye dayîn. Bi vê yekê re hatiye xwestin ku çavên gelan bên tirsandin û nehêlin Sûriyeyek demokratîk were avakirin.

15 eşîrên Tirkmen û Erebên Sûnî yên di civîna li Rihayê de Yekîtiya Eşîran ava kirin, kiryarên êrîşan e. Lê belê Erdogan û dewleta Tirk ên ku ev eşîr li hev civandin û her şêwe destek danê, berpirsyarê êrîşan e.